Hevserokên DBPê li Wan û Şirnexê tev li civînên gel bûn

Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li Cîzîr û Qelqeliyê tev li civînên gel bûn û xwestin demildest zagonên statuyê bên amadekirin.

1 deqe xwendin
Hevserokên DBPê li Wan û Şirnexê tev li civînên gel bûn

Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ serdana dikandarên Sanayiya Piçûk a Cizîrê kir û tev li civîna gel a li gundê Şabaniyê yê navçeya Cizîrê yê Şirnexê bû. 

Di serdana dikandarên Sananiya Piçûk a Cizîrê de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan got: “Em dixwazin di demek nêz de qanûn derkevin. Divê dewlet qanûnên ku qala wan tê kirin aşkere bike. 

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li gundê Şabaniyê de li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku divê dewlet destpêkê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bîne û bi vî awayî pêvajo berdewam bike. Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna li gel dikandar de bal kişand ser qewimînin Rojhilata Navîn û wiha got: “Vaye hefteyek pêtir e, em li nav gelê xwe digerin û li ser pêvajoyê şêwirê dikin. Di rojhilata navîn de şerek mezin heye û ev şer dewletên rojhilata navîn mecbûrî rêyek nû dike. Heya îro dixwestin çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi rêbazên şer çareser bikin. Li Tirkiyeyê meclîsê heya îro bi derxistina zagonên şer nêzîkî pirsgirêkê dibû û êdî aqlê dewletê dizane ku ev rêbaz nabe çareserî. Di maseyê hatiye avakirin de bazarek tuneye, li ser maseyî mafên gelê Kurd tên dayîn. Mafê hebûna Kurdan, mafê ziman, nasname û çanda Kurdan tê dayîn. Ji ber ku heya îro Kurd nedihat naskirin rastî gelek rêbazên bê hiqûqî hatin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne û ji bo mafê xwe têkoşîna demokrasiyê didin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ne îro, her dem aştî xwestiye û got: “Ji bo aştiyê bi biryar bû. Divê em jî li her derê li ser aştiyê biaxivin. Divê em hewcehiya me ya ji bo aştiyê ji her kesî re bêjin. Divê em xwesteka Rêber Ocalan a aştiyê ji bo xwe bikin armanc û li gor wê tevbigerin. Ger di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurd hebûna, ciwanên me 30 salan nediketin zindanan, qeyûm nediavêtin ser şaredariyên me. Gerîla dixwazin vegerin ser axa xwe û siyaseta demokratîk bikin. Ji bo ku careke din tu Kurd rastî bê edaletiyê neyê, divê Kurd di makezagonê de werin naskirin. Îro li ser maseyî ev yek tê axaftin, li ser maseyê aştiyê guherîna ji kokê ya bê edaletiyê tê axaftin. Dewlet gav navêje, dereng dimîne. Gelê me jî, em jî dipirsin hûn li benda çi ne. Sozên Rêber Apo dane hemû bi cih anîne. Divê gotin û sozên wan jî dane pêk werin. Li ser ew qas gavên girîng ên Rêber Ocalan mayîna wî ya zindanê û nediyarbûna rewşa wî em nikarin qebûl bikin. Divê ji bo azadiya Rêbertiyê qanûn werin detristin û pêvajo bi vî awayî berdewam bike.”

Di civînan de welatiyan li hember gavneavêtina dewletê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku divê dewlet li hember gavên Tevgera Azadiyê avêtine êdî di avêtina gavan de lez bike.

Keskîn Bayindir li Wanê bû

Civînên gel ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşmeya “Em Gotina Aştiyê bi Gel Re Ava Dikin” hatine destpêkirin, gund bi gund û navçe bi navçe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, şandeya DBPê li navenda navçeya Qelqelî û Seravê yên Wanê bi welatiyan re hat cem hev û pirsên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersivandin.

‘Çekşewitandina sala borî nîşaneya vîn û dilpakiya Kurdan a ji bo aştiyê ye’

Keskîn Bayindir, di civînan de bal kişand ser kûrahiya têkoşîna azadiyê û sînorên ku bi dengê huner û welatparêziyê hatine derbaskirin û diyar kir ku her çend hewl hatibe dayîn ku gelê Kurd di nav zozan û sînoran de bêdeng bikin û tine bikin jî, îro bi saya têkoşînê dengê Kurdan li seranserê cîhanê belav bûye. Keskîn Bayindir wiha axivî: “Em îro li ser axa xwe, li gelî, zozan, rûbar, çiya, deşt û bajaran li hemberî zilm û zordariyê ne bêdeng in, ne kêm in û ne jî lawaz in. Dinya îro êdî qîma xwe bi welatparêzî û têkoşîna me tîne. Ev keda pîroz a gelê me ye. Daxwaz, gazin û armanca me hemûyan ew e ku em bi hêza gelê xwe, bi cewher, ziman û çanda xwe vê pêvajoyê ber bi aştiyeke birûmet û azadiyê ve bibin û bi ser bixin. Em dixwazin ev pêvajo bi silh, hiqûq û edaletê encam bigire. Bîr û hişê me li cî ye. Rêberê me, tevgera me û gelê me bi dehan caran xwest ku ev mesele bi aşîtî, yasa û qanûnan çareser bibe da ku tu dewlet û hukûmet nekaribe Kurdan înkar bike. Ji sala 1993an û vir ve, Rêber Ocalan heşt caran masê danî û xwest vê pirsgirêkê bi silhê çareser bike. Lê ev dewlet her heşt caran jî ev pêvajoyên çareseriyê bi destê xwe xera kirin û nexwest ku Kurd bigihîjin statû, çand û zimanê xwe.”

Şandeya DBPê piştî Qelqelî û Seravê derbasî navçeya Artemêtan bû û dê li vir jî civînek bê kirin.