Nivîskarê kurd ji ber wêneyê Arîn Mîrxan binçav kirin
Polîsan nivîskarê kurd Şivan Zeren, li Tetwanê di fûara pirtûkan de ji ber wêneyê Arîn Mîrxan binçav kir.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê polîsan nivîskarê kurd Şivan Zeren, li fuara pirtûkan a Tetwanê bi hinceta li ser kupayê wêneyê Arîn Mîrxan zeliqandibû, ew binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Tetwanê. Polîsan pirtûk û kupa lêkolîn kir û pirsa "Tu van kupayan difiroşe’ pirsî û piştî 2 saet şûnde ew binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Tetwanê.


