400 endamên HSDê hatin berdan

Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de guhertin dîlgirtiyan hat kirin. 400 endamên HSDê hatin berdan.

1 deqe xwendin
400 endamên HSDê hatin berdan

Di çarçoveya peymana 29ê Çileyê ya HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, îro koma 3yemîn a dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî de hate berdan.

Koma sêyemîn a dîlgirtiyan (400 kes) li Çerxerêya Sebax a bajarê Hesekê ji aliyê şêniyên bajarê, malbatên wan, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rûspiyên herêmê ve hat pêşwazîkirin.