YBŞê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir
YBŞê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û şehîd bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê li gelê Êzidî, dostan û her kesên ku baweriya xwe bi azadî û nirxên rûmeta mirovahiyê heye pîroz kir.
Di peyamê de hate ragihandin ku Cejna Çarşema Serê Nîsanê cejneke ku rehên xwe digihêje kûrahiya dîrokê, rê û resmeneke demkî nîne û hate gotin, "Ev cejn ispata zindî ya parastina hebûn û nasnameya gelekî berxwedêr e ku tinebûn lê dihate ferzkirin."
YBŞê diyar kir ku gelê Êzidî li gel komkujî û zordariya bi sedan salan li ser xaka xwe ma, bi bawerî û rûmeta xwe re dilsoz ma û got, "Bi vê wesîleyê em li pêşberî mezinahyia şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

