Xwe bi rêxistin bikin

Mêtinger, li erdnigariya ku dagir kiriye, bedena jinan mîna nexşeyekê li ser dide cirîdan û ji xwe re bi kar tîne û dikişkişîne. Wê bedenê hem weke axeke ku divê bê fetihkirin, hem jî weke "xenîmetekê" dibîne. Ji bo mêtinger, beden ne tenê cihê tundiyê ye; ew qadeke şer e ku serdestiya mêtingeriyê rasterast li ser tê avakirin.

1 deqe xwendin
Xwe bi rêxistin bikin

Ajansa Nûçeyan a Firatê ev demek e rêzedosyayên li ser şerê qirêj û taybet amade dike. Bi saya dosyayan em careke din li êrişên li ser bajarên kurdan, li ser civaka kurd serwext bûn. Destê wan hevalan sax be ku ev dosya amade kirin. Di dosyayan de em careke din dibin şahidên wê yekê ku desthilat û dewleta tirk bedena jin û zarokan, ciwanan çawa û bi kîjan rengî veguherandiye qada şer.

Îcar bi destûra we ez dixwazin di ser  bêserûşûnkirina Gulistan Dokuyê li ser vê êrişkariyê ya di dilê xwe de bibêjin. Tişta anîne serê Gulistana delal ne tenê bûyereke kesane ye; ew neynika serdemekê ye ku rejîma serdest, desthilat û qeyûman nîşan dide. Di pergaleke wisa de ku hiqûq hatiye rawestandin, hêz nayê kontrolkirin û tê pîrozkirin; li wir berpirsyarî namîne. Hêza pîrozkirî jî her ku diçe xerab dibe, rastiyê vedişêre û edaletê ji holê radike.

Mêtinger, li erdnigariya ku dagir kiriye, bedena jinan mîna nexşeyekê li ser dide cirîdan û ji xwe re bi kar tîne û dikişkişîne. Wê bedenê hem weke axeke ku divê bê fetihkirin, hem jî weke "xenîmetekê" dibîne. Ji bo mêtinger, beden ne tenê cihê tundiyê ye; ew qadeke şer e ku serdestiya mêtingeriyê rasterast li ser tê avakirin.

Di hişê mêtinger de xenîmet ne tenê zêr û mal in; ew di heman demê de serdestiya li ser bedena jinan ye ku wê wekî "cariye-kole" dibîne. Di vê çarçoveyê de, jina li welatê mêtingeh, ji bo serdest ne "kirde û însan" e, perçeyek ji xenîmetê ye. Ji ber vê yekê, destdirêjiya li bedena jinan, tenê tawaneke hov ê wehşî nîne; ew îlana serdestiyê û îfadeya herî tazî ya bindestkirinê ye.

Têkiliya ku mêtinger di navbera "axa destlênedayî" û "qîz-keçikê" de datîne, ne tesaduf e. Ev zimanê hevpar nîşan dide ku mêtingerî axê û bedena jinan wekî mal û milk dibîne ku divê bê "ajotin" û "fetihkirin". 

Li vê derê bi destûra we dixwazim gotineke Frantz Fanon wek referans bi were parve bikin. Ew polîtîkaya fransiyan a li Cezayirê ya bi navê "rakirina peçeyê" wekî hewldana ketina nav rûhê civakê û serîçemandina wan şîrove dikir. Fransî hingê digotin; "Heke em bixwazin hêza berxwedana civaka Cezayirê bişikînin, divê em berê jinan fetih bikin." Ev nêrîn, şerê psîkolojîk ê ku îro li ser bedena jinann kurd tê meşandin, bi bîra me dixe.

Ji sala 2015an û vir ve, li Kurdistanê polîtîkayên "şerê taybet" bi awayekî hîn sîstematîktir li ser bedena jinan tên meşandin. Dewlet, bi girîngiya bedena jinan ya di bîra civakî ya kurdan de dizane. Ji ber vê yekê, bi rêya tundiya li ser jinan, hewl dide civaka kurd "terbiye" bike, fedîkar bike û teslîm bigire.

Li vir nakokiyeke mezin a îslama siyasî û pratîka AKPê derdikeve holê. Li aliyekî di gotinan de bedena jinan "pîroz" tê nîşandan, lê li aliyê din dema mijar dibe jina kurd, ev pîroziya îslamî tê rakirin û bedena jinan dibe mal û milkê ku tundiya mêtingeriyê dikare li ser were kirin. Îradeya kurdan çawa li derveyî qanûnan tê hiştin, bedena wan jî li derveyî pîroziyê tê hiştin. Gulistan Doku, Kevser Elturk, Îpek Er, Rojîn Kabaîş û gelekên din encama vê êrişa domdar û hilweşîner a desthilat û dewletê ye. 

Dewlet e û dijminê civakê û civakîbûnê ye gilî û gazinc li dijmin nayên kirin, bi dijmin re têkoşîn divê. Bi kîjan rê û rênazî têkoşîn? Bi rêbaza xurtkirina civaka exlaqî û polîtîk bi rêya înşakirina civaka demokratîk. Em ê weke civak xwe bi pêş bixin, perwerde bikin, bi rêxistin bikin, hev biparêzin û ji hev hez bikin. Ji xeynî wê rêyeke din tune ye.