Xizmên windayan li 4 bajaran aqûbeya windayan pirsîn
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeya windayan bipirsin li Amed, Êlih, Colemêrg û Êlihê hatin ba hev.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 897’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev. Çalakvanan wêneyên windayan hildan. Di çalakiyê de aqûbeta Fettah Erden hate pirsîn ku Nîsana 1994’an li gundê Hetma yê navçeya Basa ya Şirnexê hate binçavkirin.
Êlih: Li Êlihê jî çalakiya 733’yan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglu hate pirsîn ku 14’ê Nîsana 1994’an li Wanê hate binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehate girtin.
Riha: Li ber Novada Park AVM a Rihayê bi pêşengiya xizmên windayan di hefteya 72’yan a çalakiyê de ji bo Kazim Ekîncî edalet hate xwestin. Kazim Ekîncî beriya 32 salan hate qetilkirin û kujerên wî nehatin darizandin.
Colemêrg: Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê di hefteya 223’yan a çalakiya xwe de aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn ku 22’yê Nîsana 1995’an piştî hate revandin, êdî agahî jê nehate wergirtin. Daxuyanî li ber Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hate dayîn. Pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hildan.


