Xelkê Mexmûrê bi girseyî Newrozê pîroz kir
Xelkê Wargeha Mexmûrê bi coş û kelecaneke mezin Newroza 2026an bi girseyî pîroz kirin.

Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê (NÇHM) hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kawayê Hemdem (Mazlûm Dogan) û şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, alên PKK, KCK, HPG û YJA STAR’ê hatin xemilandin.
Ji heft salî heta heftê salî xelkê wargehê bi cil û bergên gelêrî meşiya qada pîrozbahiyê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz li Rêber Pîroz be” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Hevseroka Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Budak axivî. Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em gelê Kurd yê ku bi çakuçê Kawayê Hemdem bi perçiqandina serê dehaqê zordar agirê Newrozê pêxistî, car hat di tarîtiya dîrokê de bi sê zilên şêxarteyan bedena xwe şewitandinê ev dinyaya qirêj ya ku desthilatan dixwest bike goristan, li me ronî kir. Gelê arî, gelê Kurd bi taybet gelê Kurd yê Apoyî bi taybet di vê Newrozê de, di vê sedsalê de bi agirê Newrozê vê serdemê ronî dike.
Di pêşengitiya Rêber Apo de bi pêngava Aştî û Civaka Demokratîk li seranserî cîhanê Kurd tên nîqaşkirin, li her derê dem dema Kurdane û li her derê dem dema azadiya gelane. Wek gelê Kurd em pêşengtî ji projeya nû ya Civaka Demokratîk û Netewa Demokratîk ku wê bibe panzehîra sîstema modernîteya kapîtalîst dikin. Gelê Kurd yê ku îro li Rojavayê Kurdistanê, li çiyayên azad, li Şengal, Mexmûr û li her derê ji bo vê projeyê li ber xwe dide û bedel dide em bi germahiya Newrozê silav dikin. Wê ev sedsal bi pêşengtiya Rêber Apo bigihije serkeftinê û wê mirovahî wê qezenc bike.”
Di şahiyê de koma hunermendên TEV ÇAND û Stêra Zêrîn derketin ser dikê, stiran û govandên xwe pêşkêşkirin. Koma bi navê Koma Hevrê ku ji Bakurê Kurdistanê hatibû wargehê, wan jî bi stranên xwe şahî coşand.
Şahî bi gerandina govendê ya li ber stranên gelêrî bidawî bû.


