Ji bo Mîtînga  Azadiyê ya Amedê bang kirin

Nûnerên saziyen sivîl ên Amedê ji bo Mitînga Azadiyê ya 28ê Hezîranê ku li Amedê pêk bê, banga tevlîbunê kirin.

1 deqe xwendin
Ji bo Mîtînga  Azadiyê ya Amedê bang kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wan û Mêrsînê, di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin”, “Mitîngên Azadiyê” li dar bixin. Li Amedê dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû saet di 17:00an de bê li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Veysî Aktaş dê beşdarî Mitînga Azadiyê ya Amedê bibin. Hunermend Serhado, Kadîr Çat û Pinar Aydinlar dê di mitîngê de konserê bidin. Xebatên mitîngê di serî de li Amed û Botanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê tên meşandin.

Endam û nunerên saziyên sivîl yên Amedê jî ji bo mitînga 28ê Hezîranê bang li gelê Amedê û herêmê kirin û xwestin beşdarî mîtîngê bibin.