Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya û diyar kirin ku aştî bi azadiya fiziki pêk tê.

Bi hezaran xelkê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. Girseyê di meşê de bal kişand ser girîngiya azadiya fizîkî û diyar kir ku aştî bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qîriya. Meşa ku ji Qada Jin a Azad destpê kir, bi dirûşm û tilîliyên dayikan heta Qada Aştiyê dewam kir.
Ji beşdarên meşê Zehê Elî Eyûb diyar kir ku wê her li qadan bin û got: "Rêber Apo ji bo mafê gelekî bi rê ket. Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk de gavên dîrokî avêt û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Lê belê dewleta Tirk a dagirker hîn jî gavek nevaêtiye. Êdî em dixwazin Rêberê xwe bi rengekî fîzîkî di nava xwe de bibînin. Divê her kes rabe ser piyan. Pêvajo bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare bi ser bikeve. Rêber Apo cihê çareseriyê ye. Em ne alîgirê şer in, em bi aştiyê re ne. Ji bo vê jî em ê li qadan bin û heta dawiyê li ber xwe bidin."
Hesen Mamo jî anî ziman ku têkoşîna wan wê bi ser bikeve û wiha axivî: "Têkoşîna me wê bi fikrê Rêber Apo bi ser bikeve. Gelê me bi fikrê Rêber Apo têdikoşe. Ji destpêka vî fikrî û vir ve dijmin her xwestiye vî fikrî tine bike. Lê belê bi têkoşîna gelê me re hemû planên dijmin têk çûye. Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."


