Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey: Îranê du moşek avetine Qibrisê
Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey got ku Îranê du moşek avetine Qibrisê. Healey got ku moşekên Îranê yên avêtîn Bahreynê jî li nêzîk baregehek wan a 300 leşker lê dimînin, ketine

BBC îro bi Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey re hevpeyvîneke çêkir. Healey di hevpeyvînê de diyar kir ku Îranê du moşek avêtine Qibrisê û dibe ku ev moşek ne ji bo Îngilistanê hatibin avêtin. Bi hezaran personelên leşkerî yên Brîtanî li Baregeha Serwerî yên Qraliyeta Yekbûyî yên Akrotirî û Dhekelia yên li Qibrisê bi cih bûne. Healey diyar kir ku 300 leşkerên Brîtanî roja şemiyê li nêzîkî cihê êrîşa leşkerî ya Îranê ya li Behreynê bi cih bibûn û hin leşker tenê bi çend sed metreyan dûr bûne.

