Şêniyên Qamişloyê 7 cangoriyên xwe oxir kirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê 7 cangoriyên xwe bi merasimeke girseyî axir kirin û soza têkoşîn û parastina destkeftiyan dan.

1 deqe xwendin
Şêniyên Qamişloyê 7 cangoriyên xwe oxir kirin

Şervana YPJê Hêzil Tolhildan (Vercîn Menan), şeravnên HSDê Çekdar Qamişlo (Ebdulkerîm Hindî), Xebat Efrîn (Silêman Bîbo),  Bakur Cindirês (Xidir Şêx Hemade), Roj Mihemed Osê (Roj Qamişlo) û endamên Asayîşê Cîhad Îzedîn û Rêzan Elî di navbera 17ê Çileyê û 24ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn. 7 şervanên HSD û YPJê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.

Di oxirkirina ku Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê pêşengiya wê kir, bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Emar Mûsa axivî. Emar Mûsa di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û soza da ku heya avakirina civakeke demokratîk dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Endamê Asayîşê Şivan Derwîş jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dewama merasîmê de hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê Mele Elî Resûd anî ziman ku şehîd bi nirx û bedelên ku dane nemir in û jêdera berdewama têkoşînê ne.

Piştî axaftin bi dawî bû, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şervanan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.