Wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan parvekirin
Wêneyeke nû yê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin bi raya giştî re hate parvekirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Şandeya Îmraliyê, bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, daxuyanî dan. Daxuyanî, li Sehneya Yilmaz Guney a li Enqereyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyeke nû yê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin cara ewil hate parvekirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de axivîn. Peyama Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi tirkî Pervîn Buldan û bi kurdî Veysî Aktaş xwend.


