Vezîr Coşkun Parlak: Pêvajoya ku CHP têde tune be dê kêm be

Endamê MYK yê DEM Partî Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo kurdan lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê pêvajoyek demokratîkbûnê ye û got: “Pêvajoyeke ku CHP û bingeha wê tê de nebe dê kêm be. Dê şansên wê yên serkeftinê kêm be. Birêz Ocalan ji destpêka pêvajoyê ve bi dijwarî dixebite ku CHPê tê de bigire. Ji ber vê yekê operasyon li dijî demokrasiyê ye.”

1 deqe xwendin
Vezîr Coşkun Parlak: Pêvajoya ku CHP têde tune be dê kêm be

Di 21ê Gulanê de Dadgeha Îstînafê derbarê 38emîn kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî de biryara “Betalkirina Teqez” da û bi vê biryarê re Kemal Kiliçdaroglu careke din bû serokê giştî yê CHPê. Piştî biryara “Betalkirina Teqez”, gelek alîgirên CHPê li pêşiya Navenda Giştî ya CHPê kom bûn û çalakî pêk anîn. Piştre polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîşî girseyê kir û ketin avahiya CHPê. Di 22ê Gulanê de piştî biryara “Betalkirina Teqez”, 36emîn Daîreya Dadgeha Herêmî ya Enqereyê biryara tedbîrê da. CHPê jîji bo biryara tedbîrê were betalkirin serlêdanê li Dadgeha Bilind kir. Dadgeha Bilind îtîraza CHPê ya ji bo betalkirina biryarê red kir. 

Li aliyê din dîsa CHPê ji bo betalkirina biryara “Betilkirina teqez” serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. YSKê jî serdana CHPê red kir.

Di 30ê Gulanê de Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, li pêş avahiya CHPê ya Enqereyê ku li tenişta Guvenparkê ye mîtîng pêk anî û cejna girseya xwe pîroz kir. 

Li aliyê din Serokê CHPê yê tayînkirî Kemal Kiliçdaroglu jî di heman rojê de li pêş navenda giştî ya CHPê mîtîng pêk anî. Bertek û nerazibûnên Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu yên li dijî hev didomin. 

Têkildarî operasyona li dijî CHPê Parlamenterê DEM Patiyê yê Colmêrgê Vezîr Coşkun Parlak pirsên me bersivandin. 

Armanca vê operasyona li dijî CHPê çiye?

Ew operasyonên siyasî ên li ser CHP tên meşandin zêdetirî di nava dewletê de pêknehatinekê nîşan dide. Her du hêz jî dixwazin di sedsala duyemîn de komara Tirkîyê li gorî hişmendîya xwe dizayn bikin. Nîv sermayeya ku dewletê ser pêyan digire li dijî Erdogan aciz e û ji ber vê yekê jî partîyeke ku bi kontrola dewletê û li gorî bernameya sîyasî a dewletê sîyaseta xwe dimeşîne dixwaze ew kesên ku di nava CHPê de û desthilatdariya Erdogan li serpêyan digirin tasfîye bikin. Ev rewş nîşan dide ku eger demokratîkbûneke rast çênebe, derbeyên siyasî bi şêwazeke cuda dê bikeve dewrê û mekanîka derbeyê dê her dem berdewam bike. 

Li pişt vê operasyonê AKP, MHP yan dewlet heye? 

Li gorî fikra min di vê demê de ew mudaxaleyên ku li CHPê têne kirin MHPê diltirsîne. Çimkî ji milekê ve li herêma me şerekî dijwar heye. Dema derdor wek agirekî be, mudaxaleyên wisa bi rîsk in. Esas pêşîya wan mudaxaleyan bi rênîşandana MHPê çebûye. Bes MHP ew qasî ne difikirî ku AKP heta vê astê bîne. Çiqas MHPê herî dawiyê nerazîbûn jî nîşan da, lê hê jî feyde nekiriye. Daxwaza MHPê ew e ku ev mijar bê dawîkirin. Çimkî perçekirina CHPê dê zerarê bide MHPê û pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Mirov dikare bibêje AKP li ser vê meselê di milekê de di kar û xebatên dewletê de tevliheviyê çê dikin di milekê de peyamekê ji bo MHPê û DEMê dide. 

Bandoreka operasyona CHPê ya li dijî edalet û demokrasiyê hûn çawa şirove dikin?

Esas dixwazin dewleta Tirkîyê li gorî xwe ji nû ve dizayn bikin. AKP jî deshilatdariya xwe berdewam bike. Ev operasyon li dijî edalet û demokrasiyê ye. 

Çima piştî ku diyaloga CHP û kurdan bi hevre zêde bû, êrîşên li dijî CHPê zêde bû?

CHP partîyeke avakarê dewletê ye û ev êrîş bi kongreya CHP 38. de destpêkir. Yek armanca li van êrîşan dixwazin gelê kurd tenê bihêlin û bilî wan bi tu hêzên kurdan re îttîfaqê çêne kin. Çimkî kîjan partî bi kurdan re birûnin. Ew dê serbikevin û dê bibin desthilatdar. 

CHP li pêş AKPê çiqas asteng e û çima?

Armanca sereke ya AKPê ne ew qas hilweşandina CHPê ye, lê parçekirina wê ye. Partiyeke muxalefeta sereke ya parçebûyî ji bo AKPê di hilbijartinan de tiştan hêsantir dike. Di hilbijartinên herêmî yên 1994an de, CHPya dîrokî bi sê fraksiyonên cuda tevlî hilbijartinan bû û Partiya Refahê gelek şaredarî qezenc kir. Di nav de Stenbol û Enqere jî hebûn. Dibe ku hikûmet niha taktîkek wisa bişopîne.

Rêveberiya Kemal Kiliçdaroglu ji bo AKPê xizmetek çawa dike?

Sermayeya li dijî Erdogan dixwazin CHPê di binê kontrola Dewlet û AKPê de derbixînin.

Bandora Operasona li dijî CHPê ya li ser pêvajoyê çiye? 

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo kurdan e. Lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê pêvajoyek demokratîkbûnê ya berfireh e. Ji ber vê yekê, pêvajoyek ku CHP û bingeha wê tê de nebe dê netemam be û şansên wê yên serkeftinê dê kêm bibin.

Birêz Ocalan ji destpêka pêvajoyê ve bi dijwarî dixebite ku CHPê tê de bigire. Her çend îro rola wê guheriye jî, CHP partiya damezrîner a Komara Tirkiyeyê ye. Ger em bi hev re sedsala duyemîn a Komarê ava bikin û wê veguherînin komarek demokratîk, bêyî ku CHP tê de hebe, pir dijwar e ku meriv vê yekê bike.

Siberojeke çawa li pêş CHPê ye?

Paşeroja CHPê dê ji hêla endamên wê ve were biryar kirin. Eger ew bi perspektîfa têkoşîna hevpar û muxalefeta yekgirtî tevbigerin, ew dikarin ji van demên dijwar derbas bibin. Hin kes di nav CHPê de Partiya DEMê tawanbar dikin ku têra xwe bertek nîşan nade. Ev îdîa hem ne rast e û hem jî ji CHP re sûdmend nîne. Tiştê ku ev hikûmet herî zêde dixwaze ev e ku kurdan ji sosyal demokratan dûr bixe. Ger endamên CHPê bikevin vê xefikê, ew ê partiya xwe qels bikin. CHPyeke ku bi beşên cûda yên muxalefeta civakî, nemaze bi kurdan re yek bibe, dikare ji van demên dijwar bi hêsanî derbas bibe.