AKP, CHPyeke li dijî kurdan dixwaze
Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû diyar kir ku armanca vê operasyona li dijî CHPê ew e ku hêzên alternatîf ên îktidarê ji holê rabike û wiha got: “AKP û dewlet bûne yek. Duh li dijî HDPê operasyon pêk anîn, îro jî li dijî CHPê. Îktidar CHPyeke li dijî kurdan dixwaze. Kemal Kiliçdoroglû tam li gorî daxwaza îktidarê ye.”

Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî biryara “Butlana Mutlaq” da û bi vê biryarê re Kemal Kiliçdaroglû careke din kirin serokê CHPê. Dadgehê piştî vê biryarê derbarê Ozgur Ozel jî biryara dûrxistina ji CHPê da. Kemal Kiliçdaroglû piştî wek Serokê Giştî yê CHPê hate tayînkirin, serî li walîtiya Enqereyê da û xwest navendê radestî wî bikin. Piştî wê polîsan Navenda Giştî ya CHPê dorpêç kir û gaza îsotê û TOMAyê êriş kir. DEM Partiyê êriş rexne kir diyar kir ku ketina polîsan a navenda CHPê qebûl nakin. DEM Partiyê piştre li meclisê Ozgur Ozel ziyaret kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî operasyona li dijî CHPê rexne kir û got: “Pêkanînên li ser CHPê û geşedanên ku diqewimin, bi nebûna demokrasiyeke rast û siyaseteke demokratîk re têkildar in. Sedema ku rewş anî vê astê bêparbûna ji prensîba demokrasiyê ya di bingeha komarê de ye.”
Hevberdevkê HDKê Alî Kananoglu, têkildarî operasyona li dijî CHPê pirsên me bersivandin.
Armanca operasyona li dijî CHPê çi ye?
Armanca vê operasyona li dijî CHPê bi temamî ew e ku CHPê ji holê rakin. Îktidar dixwaze hêzên alternatîf ên li hemberî xwe ji holê rake û armanc dike ku îktidara AKPê berdewam bike. Operasyonên wekî vê piştî hilbijartinên 2015an, di sala 2016an de me li dijî HDPê dît. Wê demê Hevserokên HDPê û kadroyên rêvebiriyê bi doza kumpasê hatin girtin û bi awayekî fîzîkî ew ji partiyê dûr xistin. Bi vê yekê xwestin ku êdî HDP nikaribe xwe bi rê ve bibe û bimeşîne. Heta astekê bi ser ketin. Ji ber vê yekê operasyona di 2016an de a li dijî HDPê û îro ya li dijî CHPê dişibin hev. AKP ji bo îktidara xwe operasyona li dijî CHPê ji bo xwe wekî pêdivî dît.
Bi vê operasyonê pêşerojeke çawa li pêş CHPê ye?
Kemal Kiliçdaroglû, tenê ji bo biryara kongreyê bigire nehat tayînkirin. Di nav CHPê de rewşeke pevçûnê dest pê dike. Bi tafsiyekirina Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu re dê ekîba wî belav bikin. Bi hatina Kemal Kiliçdaroglu, em ê CHPya ku li kodên xwe yên berê vegere bibînin. Ew CHPa ku berê me îtîraza wê dikir, dê dîsa bê pêşberî me. Ez dibêjin dê ji vir partiyeke nû derkeve holê. Em nikarin bi awayekî ji xwe bawer bibêjin dê CHP parçe bibe an jî CHP ya ku bibe alternatifê îktidarê. Kemal Kiliçdaroglû dê bi îktidarê re tev bigere û li vir di nav CHPê de dibe operasyonên navxweyî jî dest pê bikin. Dibe ku li dijî kadroyên ku CHPê bi rê ve dibir, dosyayên nelirêtiyê bên vekirin. Ev dosya dikare Ozgur Ozel jî têxe nav xwe. Di cemaweriyê de tê gotin ku Kemal Kiliçdaroglû dê lêpirsînekê bide destpêkirin. Ev operasyon hem ji bo CHPê û hem ji bo Tirkiye dê nebe serdemeke baş û erênî.
AKP ji bo CHPê talûkeyeke çawa ye?
CHP ya ku li gel tevgera azadiya kurdan di nav pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk te tev bigere û endaman bide komîsyona meclisê ji bo AKPê talûke ye. Nêzîkatiya ku bi awayekî sempatîk li kurdan binihêdre, ji bo AKPê talûke ye. Em baş dizanin ku partiya Kemal Kiliçdaroglû serokê wê bûya, dê piştgirî nedabûya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a çareseriyê. Dê endam nedabûna komisyona meclisê.
Me di pêvajoyên berê de jî ev nêzîkatiya CHPê dît. Aliyên siyasî jî di vê mijarê de yekfikir in. Tişta ku îktidara AKPê dixwest jî ev bû. Wê ji hilbijêrên kurd re bigotana ‘binihêrin ev aştiyê naxwazin, ew dixwazin şer hebe û hûn bêne kuştin’. Lê Ozgur Ozel di vê mijarê de hemleyeke rast bi pêş xist. Aşkere kir ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Heta li meseleya kurdî xwedî derketin û gotin ‘em ji bo meseleya kurdan dewletê wenda dikin’. Ev helwesta CHPê ji bo îktidara AKPê talûke ye. Baş e îktidar CHPyeke çawa dixwaze? Ew CHPyeke li dijî van gavan, CHPyeke li dijî kurdan a kemalîst û netewperest dixwaze.
Operasyona li dijî CHPê dê bandoreke çawa li pêvajoyê bike?
Bêguman bandoreke neyînî ya vê operasyonê li ser pêvajoyê heye. Dema mirov li Tirkiyeyê dibêje demokratîkbûn û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê gavên demokratîk bên avêtin. Ji bo gel vê pêvajoyê qebûl bike û lê xwedî derbikeve. Divê bibêjin vaye gavên şênber têne avêtin. Divê dijberî vê operasyona li dijî CHPê û îhtimala hilbijartina sindoqan ji holê radike, ev operasyona ku fikr û fikara ‘AKP bi hilbijartin û sindoqan wê têk neçe’ çêbike, dê baweriya ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi temamî ji holê rabike. Hem hilbijêrên kurd û hem jî hilbijêrên sosyalîst ên li aliyê Tirkiyeyê ku dengê xwe dane DEM Partiyê, dê di wan de şikandineke mezin ji pêvajoyê çêbibe. Di vê dema ku bizmarê dawî li darbesta demokrasiyê dixe de, mirov nikare bibêje ‘hîn gel li hemberî pêvajoyê bi hêvî ye’. Bêguman ji bo demokrasî bi pêş bikeve û gav bêne avêtin em li vir têdikoşin. Di rewşeke ku operasyon pêk tên de, mirov nikare vê pêvajoyê ji gel re bêje, vebêje û bi gel re parve bike. Ev pir zor û zahmet e. Ez li Tokatê vê hevpeyvînê bi we re dikim. Li gundê Tokatê me. Em dibînin aliyê ku gel baweriya xwe bi vê pêvajoyê bîne nemaye. Ev ji bo pêşketina demokrasiyê darbe ye. Darbeya li dijî demokrasiyê ye.
Li pişt vê operasyonê kî heye û çima?
Li pişt vê operasyonê bêguman AKP heye. AKP, di heman demê de dewlet e. Bi gelek baskên dewletê re di nav tifaqê de tev digere. Ji ber vê yekê hebûn û berdewamiya AKPê li hesabê vê pergala dewletê ya hatiye avakirin tê. Ji ber vê yekê mirov nikare tenê bi Tayyîp Erdogan û rêvebiriya wî ve girê bide. Ev qadeke hevpar e. Yên ku berdewamiya AKPê dixwazin mutabakate hevpar ava kirine. Baskê vê hevkariyê yê çapemeniyê, yê darazê û gelek baskên din hene. Dema mirov bi tevahî lê binihêre tevgerek bikoordîne heye. Her çend MHP jî dengê cuda derxe jî, ev deng ne ji bo astengkirina vê operasyonê ye. Ji ber vê yekê daxuyaniyên ku tên dayîn, ne ew daxuyanî ne ku operasyonê bidin rawestandin. Ev mutabaqata hevpar a kesên ku dewletê bi rê ve dibe ye. Ev mutabaqat ya kesên berdewamiya Tayyîp Erdogan dixwazin e.
Tirsa CHPê ya ji ekîba Ozgur Ozel çi bû?
Piştî di hilbijartina Giştî ya CHPê de Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu bi ser ketin, ev ji bo îktidarê bû tirsek. Ji ber ku mixalefet her tim li hemberî îktidarê ne serkeftî bû. Ya din jî li hemberî îktidarê kesekî elewî û ji Dersimê ku her tim li dijî elewiyan bi kar dianî hebû. Dema Kemal Kiliçdaroglû serokê CHPê bû, ji bo îktidarê pir kêrhatibû bû. Ji ber ku hem elewî, hem kurd û hem jî ji Dêrsimê bû û îktidarê ev yek bi kar anî. Me di nasnameya nijarperestiyê ya Merel Akşener de jî dît. Di hilbijartinê de kesên ne kurd û ne elewî yên ji Manîsa (Ozgur Ozel) û Trabzonê (Ekrem Îmamoglû) hatin hilbijartin. Li ruxmê ku ne kurd bûn, dikaribûn ji kurdan deng bistînin û tev li Hevkariya Bajêr bibin. Di hilbijartina giştî de ji ber van kesan ji kurdan deng wergirtin, hin şaredarî bi dest xistin. Vê yekê nîşan da ku Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû, li ruxmê ku ne kurd û elewî ye jî ji wan deng wergirtin. Li aliyê din di tifaqa DEM Partiyê de jî pir wêrek tev geriyan.
Ev operasyon dê CHPê parçe bike an na?
Bêguman hatina Kiliçdaroglû dê CHPê parçe bike. Ji ber ku Kiliçdaroglû ne tenê ji bo hilbijartinê pêk bîne, kirin serokê CHPê. Kemal Kiliçdaroglu ji bo ku CHPê ziyan bike û belav bike hat ser kar. Kemal Kiliçdaroglû, tenê heta kongreyê bê û rêya xwe berdewam bike zêde nabe pirsgirêk. Kiliçdaroglû dê CHPê ji nû ve saz bike û kadroya berê belav bike. Tasfiye bike. Kiliçdaroglê eger tenê ji bo kongreyê pêk bîne hatibe erkdarkirin dê vê erkê red bike. Ev dê bandorê li hemû tabana CHPê bike û bêguman dê belavbûn û parçebûnek pêk bê.
Kemal Kiliçdaroglu çawa bi kêrî AKPê tê?
Kemal Kiliçdaroglû berî her tiştî ji ber nasnameya xwe bi kêrî AKPê tê. Min berê jî got, hem kurd, hem elewî û me ji Dêrsimê ye. Her çend Kiliçdaroglû vê yekê qebûl neke û zêde li ser raneweste jî AKP vê yekê li gorî xwe bi kar tîne. Di hilbijartinên din de jî derketibû pêşiya me. Digotin ‘ma em ê dengê xwe bidin kurd û elewiyekî’. Ev nêzîkatî ya hilbijêr û siyasetmedaran bû. Ew xwedî helwestekê ye ku nasnameya xwe ya elewîtî û kurdan înkar dike. Tune dihesibîne. Ev helwesta wî dibe sedem ku siyaseteke newêrek bi pêş bixe. Ev dibe sedem ku germ nêzî meseleya kurdî nebe, nêzî DEM Partiyê nebe û dîsa nêzî nasnameya elewîtiyê nebe. Kiliçdaroglû li şûna van nasnameyan ji bo xwe bi kar bîne, dijberî vê yekê ji bo bi kêrî kesên din bê, ser van nasnameyan vedişêre û dernaxe pêş. Mînak diçe li mizgeftê nimêj dike. Ev ji bo baweriya elewiyan nayê qebûlkirin. Dîsa li dijî nasnameya kurdî reflekseke dijber nîşan dide. Hin caran nîşaneya nijadperestan bilind dike û dixwaze bi kêrî kesên nijadperest bê. Ev hemû aliyên Kiliçdaroglû ji bo AKPê dibin amûrên bikêrhatî. Ji ber vê yekê bi kêrî AKPê tê.
Piştî tekiliya CHPê û kurdan xurt bû, êrişên li dijî CHPê çima zêde bûn?
Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû li ruxmê nasnameya xwe nêzî DEM Partiyê bûn û bi kurdan re Hevkariya Bajêr ava kirin. Li gel tevgera siyasî ya kurdî hevpar tev geriyan û bi wêrekî nêzî wan bûn. Piştî Hevkariya Bajêr, hilbijêrên DEM Partiyê dengê xwe dan CHPê. Vê yekê tirsa îktidarê zêde kir û bû tirs û ket nav dilê wan. Baş dizanin ku yên dengê hilbijêrên DEM Partiyê ango dengê kurdan bistînin ew dibin îktidar. An jî dibin partiyek bihêz. Ji ber vê yekê, ewil li dijî Hevkariya Bajêr di ser HDKê re operasyon pêk anî. Xwestin bi girêdana DEM Partiyê û KCKê xebatên HDKê terorîze bikin. Sedema van hemûyan ew e ku dixwaze di navbera hilbijêrên kurd û CHPê de û di navbera DEM Partiyê û CHPê de diyalogê qut bike û ji hev dûr bixe. Ozgur Ozel digot ‘Kemal Kiliçdaroglû ditirse ku li gel DEM Partiyê xwe nîşan bide’. Lê me dît ku Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglû bêhtir wêrek tevgeriyan. Bi hev re civînên çapemeniyê li dar xistin. Vê diyaloga xwe berdewam dikin. Ev ji bo îktidarê bû sedem ku tedbîran bistîne.
Ev operasyon tenê li dijî CHPê pêk hatiye an li dijî pêvajoyê ye jî?
Mirov nikare vê operasyonê tenê li dijî CHPê binirxîne. Dîsa mirov nikare wekî operasyoneke navxweyî jî bibîne. Ev nirxandineke pir kêm e. Aqilê ku dixwaze CHPê belav bike vê yekê dike hincet. Meseleya esasî rakirina îhtimala danîna sindoqê ye. Êdî di nav civakê û tevahiya Tirkiyeyê de zehmet e ku mirov îktidarê bi rêbaza sindoqê biguherîne. Ev ji bo demokrasiyê pir xerab e. Wekî bizmarê dawî li darbesta demokrasiyê bixin. Îro li dijî CHPê ev pêk hat, duh li dijî HDPê pêk hat. Sibê an jî rojeke din, dikare li dijî partiyeke din ku bikaribe îktidarê daxîne jî ev operasyon pêk bê. Eger yek ji nîşaneya demokrasiyê sindoq be, sindoq jî nebe demokrasî qet nabe. Divê mirov ji vî alî ve li meseleyê binihêre; vê yekê wekî midaxeleya li dijî sindoqê binirxîne û bi tundî li dijî wê derbikeve.


