Tûncer Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

Tûncer Bakirhan di civîna koma DEM Partiyê de ya li Meclîsê axivî û rexneyên tund li karkirina sîstema edaletê ya li Tirkiyeyê kir. Bakirhan bal kişand ser dosya xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku û got: "Gulistan ne kesek e, pirsek e. Pirsek e ku 6 sal in li wijdanê welêt tê pirsîn û bersiva wê nehatiye dayin."

1 deqe xwendin
Tûncer Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

Bakirhan anî ziman ku di serî de doza  Gulistan Doku îdîayên li ser rola sazî û wezîfedarên cemaweriyê yên li dosyayên bi heman rengî divê bêne lêkolîn. Bakirhan ragihand ku bûyerên bi vî rengî baweriya bi sîstema dadgeriyê ya li Tirkiyeyê têk dibe.

Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser meseleya kurd û destnîşan kir ku heta demokratîkbûn nebe asayîbûna civakî jî nabe.

Tûncer Bakirhan got: "Bêyî demokratîkbûnê asayîbûn nabe; bêyî asayîbûnê jî başbûn nabe. Ji ber vê jî em dibêjin, asayîbûna demokratîk jehrkuja hilweşîna civakî ye. Ji bo pêkhatina asayîbûna siyasî em neçar in guh bidin hemû beşên mexdûr."

Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de bang li karker, kedkar, jin, ciwan, parezvanên xwezayê kir ku di 1ê Gulanê de dakevin qadan.

Tuncer Bakirhan bi wesîleya 22yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd jî ji Mûsa Anter heta bi Gûrbetellî Ersozan, ji Ferhat Tepeyan heta bi Hafiz Akdemîran, ji Nazim Daştanan heta bi Cîhan Bîlgînan û Nagehan Akarselan pênûsên Kurdan ên koça dawî kirin bi hurmet û minet bi bîr anîn.

Herwiha 1ê Gulanê Cejna Karkeran li kedkarên çapemeniyê pîroz kir.