TJK-E Ji bo Yenar Mihemed daxuyanî da

TJK-Eyê, qetilkirina Seroka Rêxistina Azadiya Jin Yenar Mihemed, di êrîşeke çekdarî de li ber mala wê ya li Bexdayê bi tundî şermezar kir.

1 deqe xwendin
TJK-E Ji bo Yenar Mihemed daxuyanî da

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş ne bûyerek bi tena serê xwe ye, beşek ji êrîşeke sîstematîk a li dijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan û rola wan a civakî ye. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku Yenar Mihemed, bi taybetî ji ber têkoşîna wê ya li dijî tundiya li ser jinan hatiye hedefgirtin.

TJK-Eyê ragihand ku êrîş plankirî pêk hatiye û hat xwestin ku sûcdar tavilê werin girtin û werin cezakirin.

TJK-Eyê da xuyakirin ku polîtîkayên bêcezatiyê bûyera qetilkirina jinan zêde dikin.

TJK-Eyê her wiha destnîşan kir ku jinên pêşeng ên li Rojhilata Navîn bi taybetî têne hedefgirtin û got ku armanc dûrxistina jinan ji qada gelemperiye.

TJK-Eyê di dawiyê de diyar kir ku jin wê dev ji têkoşînê bernedin û dê heya ku edalet pêk were pêvajoyê bişopînin.