Tirkiye li Herêma Kurdistanê baregehên nû ava dike

Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman ragihand ku artêşa tirk ji Baregeha Koxê Dupişka ber bi baregehek din ya dikeve sînorê Batîfa ava dike û leşker nahêle gundî biçin nav zeviyên xwe.

1 deqe xwendin
Tirkiye li Herêma Kurdistanê baregehên nû ava dike

Endamê Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kameran Osman li ser medyaya dîjîtal li ser liv û tevgera artêşa tirka li Herêma Kurdistanê agahiyên nû parve kir.

Kameran Osman diyar kir ku piştî salekê ji agirbesta yek alî ya PKKê û şûnde artêşa tirk dest bi çêkirina baregeh û bendên kontrolê kiriye û rê nadin gundî biçin ser zevî û gundên xwe.

Kameran Osman got: “3yê adarê leşkerên Tirkiye li bendeke ya kontrolê li nava zeviyên Şîva Mêzya ya Gundê Keşanê ya ser bi navçeya Batîfa ya girêdayî îdareya sebixwe ya Zaxo çêkiriye. Li vê derê leşker pêşiya gundiyan digire ku neçin nava zeviyên xwe û tevgera welatiyan ya li herêmê sînordar kiriye. Vê yekê jî weke sedem çêkirina rêyeke nû ya di navbera Baregeha Koxê Dupişka û Koxa Melehê girêdana wê ya bi navend û baregeha din ya li navçeya Batîfayê ve.”

Herî dawî Kameran Osman destnîşan kir ku her çendî êriş û bomberdûmana artêşa Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê sekinîbe jî, lê artêşa tirk bênavber navend û baregehên xwe û serweriya xwe ya leşkerî ya li nava xaka Herêmê û Iraqê xurtir dike.