Tirkiyê 2 deriyên hatin û çûyîna Rojava girt

Tirkiyê 2 deriyên sînor ên bi Rojavayê Kurdistanê re ji hatin û çûyînê re bi tevahî girtin.

1 deqe xwendin
Tirkiyê 2 deriyên hatin û çûyîna Rojava girt

Di demek geşedanên girîng li Sûriyeyê çê dibin de Tirkiyê biryarek balkêş da. Hate zanîn ku Wezareta Bazirganiyê ya tirk, Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê ku dikeve herêma Efrînê bi tevahî ji hatin û çûyînê re girt. Di nivîsa ku ji saziyên dewletê re bi sernava, ‘lezgîn’ hatiye şandin de wiha tê gotin: “Li gorî nivîsa bi dîroka 11.02.2026an ku ji Şêwirmendiya Aborî ya Sefareta Şamê hatiye girtin û nivîsên ji Saziya Giştî ya Kûrik û Deriyên Sînor a Komara Sûriyê hatine girtin ji ber lêçîyînên aborî û hebûna deriyên alternatîf biryara girtina Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê bên girtin. Dê di dawiya sibatê de hatinû çûyîna deriyan bê rawestandin û derî bi temamî bên girtin.”

Derî ji bo alîkariya çeteyan hatin bikaranîn

Deriyên hatine girtin demek dirêj bi awayek defakto ji hêla Tirkiyeyê ve bi armanca piştgiriya çeteyên DAIŞ û SMOyê hatin bikaranîn. Ji ber ku li aliyek derî Tirkiyeyê û li aliyê din jî çeteyên girêdayî hebûn demek dirêj ev derî ji bo gelek karên neqanînî hatin bikaranîn. Ji makîneyên pîşesaziyê yên Sûriyeyê bigire heta sotemeniyê, veguhastina çeteyên tundiraw, çek û cebilxane ev derî hatin bikaranîn.