10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

Li Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê polîsan 27ê Adarê avêtibû ser gelek malan û 13 kes hatibûn girtin, ji wan 10 kes bi biryara ‘guncavdîtinê’ hatin berdan.

1 deqe xwendin
10 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin, hatin berdan

Li Stenbolê 22yê Adarê Newroz bi tevlibûna sed hezaran kesan hatibû pîrozkirin. Di 27ê Adarê de polîsan avêtibû ser gelek malan û bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” 3 jê zarok 13 kes binçav kiribû. Ji 13 kesan 10 kes bi biryara ‘guncavdîtinê’ hatin berdan. 3 zarokên hatibûn girtin jî derbarê wan de hê tu biryar nehatiye dayîn.

Navê kesên ku hatin berdan, ev in: Baran Sarikaya, Ferman Aydemîr, Habîb Bîngol, Hatîce Oynas, Helîn Demîr, Hulya Guneş, Selîm Kaçan, Semanur Guneş, Velîd Resho û Yusuf Aydemîr.