Tirkiye 12 sal in biryarên Ewropayê binpê dike

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku 12 sal in Tirkiyeyê ji bo zagonên Mafê Hêviyê ti gav neavêtiye û got: “Ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve divê birêz Ocalan teqez ji Mafê Hêviyê sûdê werbigire û di şertên azad de xebatê bike.”

1 deqe xwendin
Tirkiye 12 sal in biryarên Ewropayê binpê dike

DMMEyê di adara 2014an de biryar da ku Tirkiye Mafê Heviyê pêk bîne. Lê Tirkiye vê biryarê binpê dike. Konseya Wezîran a Ewropayê di îlona 2024 û 2025an de du caran wext da Tirkiyeyê ku Mafê Hêviyê pêk bîne. Lê Tirkiyeyê hîn gav neavêtiye. Li dijî vê helwesta Tirkiyeyê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Mafê Hêviyê di 10ê nîsanê de daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Ewropayê kir. 

Hikumetê heta îro li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi navê Ocalan hejmar 2 (girêdayî madeya 3emîn a DMMEyê ye, ji bo mafê hêviyê bidin girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatine birîn) ti gav neavêtine. Buroya Hiqûqê pêşniyar kir ku di civîna 1537an a komîteya wan de biryara hişyariyê ji bo Tirkiyeyê dubare bikin.

Buroya hiqûqê da zanîn ku derbarê tedbîrên giştî tevî ku zêdetirî 12 sal borîn jî, gav nehatine avêtin. Buroya hiqûqê xwest li gorî xala 46/4 a hevpeymanê pêwîst e pirosedûua binpêkirinê bê destpêkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku divê hikûmeta Tirkiyeyê li gorî rêgezên di biryarên DMMEyê de hatine diyarkirin, qanûnên ku li hemberî vê dibin asteng jî biguhere. Buroyê xwest Konseya Ewropayê bang li hikûmetê bike da ku gavan biavêje. 

Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurdî jî, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya hezîranê li Strasbourgê, bang kir.

Kampanyaya Mafê Hêviyê xwest Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarên DMMEyê pêk bîne û "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan texe meriyetê. Kampanyayê bi bîr xist ku biryara "mafê hêviyê" ya DMMEyê di 2014an da, divê Tirkiye pêk bîne. Kampanyayê xwest komîte biryarê bişopîne. Kampanyayê ji Tirkiyeyê xwest ku di vê mijarê de gavê biavêje û heta hezîrana 2026an rapora pêşketinê pêşkêş bike. Kampanyayê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurdî gihîştiye asteke krîtîk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorekî girîng e û divê azad bibe. Komîteyê bang li piştevanan jî kir ku nameyan binivîsin, kampanyayê îmze bikin, li medyaya dîjîtal rojevê biafirînin û karên civaka sivîl ên cuda bikin.

‘Tirkiye heta îro ti gav neavêtiye’

Hevberdevka HDKê û endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî derbarê Mafê Hêviyê nirxandin kir. Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku ji bo Mafê Hêviyê demeke dirêj e nîqaş didome û got: “DMMEê di sala 2014an de biryar da. Lê ji 2014an heta niha hiqûq û zagona hundir nehatiye guherandin. Komîteya Wezîran a Ewropayê jî gelek caran biryar da ku Tirkiye li gorî biryara DMMê zagon û hiqûqa xwe biguherîne. Konseya Wezîran 2 caran wext dide Tirkiyeyê. Herî dawî dîsa heta hezîranê wext da Tirkiyeyê. Lê heta îro Tirkiyeyê ti guhertin nekirine.” 

‘Bi hezaran girtî nayên berdan’

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser bi hezaran girtiyên siyasî ku divê ji Mafê Hêviyê sûdê werbigirin û got: “Îro Mafê Hêviyê ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo bi hezaran girtiyên siyasî derbasdar e. Gelek girtî nikarin ji vî mafê xwe sûdê werbigirin. Lê di vê pêvajoyê de rewşa birêz Ocalan pir cuda ye. Ji bo ku pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe, divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bijî. Divê azad tev bigere û azad bixebite. Ji bo silametiya pêvajoyê azadiya birêz Ocalan a fîzîkî pir girîng e. Em her tim vê yekê tînin ziman. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî, ji bo heman mijarê gelek caran daxuyaniyê dide û serî li saziyên hiqûqê yên navneteweyî dide. Dîsa gelek caran parêzer û hiqûqnasan daxuyanî dan û serî li wezareta dadê da. Li pêş wezareta dadê daxuyanî da û meşiyan. Gelek hewldan hene. Gelek daxwaz û pêşniyar hene. Lê heta niha ev daxwaz û pêşniyar li ber çavan nehatin girtin û gav nehatine avêtin. Dîsa komîsyona li meclisê jî, ji bo qanûna înfazê bê guhertin, ji bo her kesî wekhevî pêk bê, ji bo biryara DMMEyê û AYMê esas bê girtin, pêşniyar kir. Lê ji bo pêşniyara komîsyona meclisê jî ti gav nehatiye avêtin.” 

‘Kes zorê li Tirkiyeyê nake’ 

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser qanûnên aştiyê jî û wiha bi dawî kir: “Nêzî 2 meh in em li ser qanûnên aştiyê diaxivin. Qanûnên Mafê Hêviyê dikarin di nav qanûnên aştiyê de jî cih bigirin. Amadekirina Qanûnên Aştiyê û Mafê Hêviyê ne tiştekî zehmet e. Karekî rehet e. Lê qanûna înfazê li hemberî Mafê Hêviyê asteng e. Divê di serî de qanûna înfazê bê guhertin. Ev qanûna înfazê li pêş berdana girtiyên cezayê muebedê asteng e. Komîteya Wezîran û Konseya Ewropayê jî der barê Tirkiyeyê de biryaran didin, lê zorê li Tirkiyeyê nakin. Ji bo vê yekê divê dewletên Ewropayê jî zorê li Tirkiyeyê bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Em dibînin ku li Konseya Ewropa jî dirûtiyeke heye. Divê Mafê Hêviyê bê qebûlkirin.”