TEV-KOMê damezrandina xwe ragihand: Hêza me yekîtî û modela jiyana hevpar e

TEV-KOM bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku xwendekar û ciwanên ku li zanîngehên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine ba hev, parastin û pêşxistina ziman û çanda gelê Kurd weke berpirsiyariyeke dîrokî û civakî dibînin û hat gotin: “Em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin, yan jî em ê di nava vê pergala bişavtin û zextê de winda bibin.”

1 deqe xwendin
TEV-KOMê damezrandina xwe ragihand: Hêza me yekîtî û modela jiyana hevpar e

Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Ji bo ragihandina damezrandinê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê merasîm hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, qlûbên ziman ên zanîngeha û gelek xwendekar tev li bernameyê bûn. Li eywanê pankartên “Li her zanîngehê deng Kurdî, li her kampûsê reng, em deriyekî ji xwebûna xwe re vekin, bila ruhê Xanî rihet be êdî me heye îttîfaqek” hat daliqandin. Bername bi axaftina Ramazan Sevlîm dest pê kir. Ramazan Sevlîm sazî, dezgeh û komên tev li bernameyê bûn silav kir. Paşê axaftina destpêkê xwendekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Omer Bayraktar axivî.

‘Em dixwazin pêşeroja xwe avabikin’

Omer Bayraktar diyar kir ku ev roj ne rojek ji rêzê ye û wiha axivî: “Gelê Kurd her dem ji bo maf û zimanê xwe têkoşiyayê. Ev sed salên dawî de bi rêya Sycest- Picot welatê me ji aliyê çar dewletan ve hat dagirkirin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê me dest ji têkoşîna xwe berdewam kir. Em xwe wekî mîlatgirên Apê Musa, Cegerxwîn û tevahî kesên ku ji bo ziman xebitîne dibînin û em ê li ser rêya wan bimeşin. Em niha di nava pêvajoyekî girîng de derbas dibin. Îro roja mafstandinê ye. Em ê mafê xwe ji destê dagirkeran bistînin, ji bo vê jî em xwe amade dikin. Em wekî ciwan rol û mîsyona xwe dizanin. Em dixwazin pêşeroja xwe avabikin. Di salên dawî de gelek kom hatin gel hev. Niha jî tevahî kom bi yek dengî em ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Me têkoşîna gelê xwe ji xwe re îlham girt. Bi saya wan em hatin vê rojê.”

Piştre kursiya azad hate lidarxstin. Beşder yek bi yek li ser zimanê Kurdî axivîn û xwestin her ciwan bi zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin.

Bernameyê bi panela bi navê “Di têkoşîna zimanê zikmakî de rola xwendekaran” berdewam kir. Piştî panelê deklarasyon hate xwendin. Kurmanciya deklarasyonê Zeynep Taş, ya Kirmanckî jî Omer Bayraktar xwend.

Deklarasyona damezrandina TEV-KOMê wiha ye:

Em, wek xwendekar û ciwanên ku li zanîngehên cuda cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine ba hev, parastin û pêşxistina ziman û çanda gelê Kurd wek berpirsiyariyeke dîrokî û civakî dibînin. Bi vê hişmendiyê em avabûna Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî( TEV-KOM) îlan dikin. Ev deklarasyon ne tenê ragihandina yekbûnê ye; herwiha li dijî siyaseta bişaftina sistematîk a ku li ser bîra me, zimanê me û nasnameya me tê meşandin, nîşana sekna me ya hevpar e.

Nasnameya me û sekna me ya hebûnî

Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew herwiha bîra gel e û bingeha dîrokî û civakî ya hebûna me ye. Pratîkên cihêkariyê yên ku li dijî nasnameya Kurd û zimanê Kurdî têne kirin, bi awayekî sîstematîk û sazmanî tên meşandin. Zext û cihêkariya sistematîk a ku li ser zimanê Kurdî tê kirin, rasterast li dijî hebûna kolektîf a gel e. Armanca me ew e ku em ji zanîngehan dest pê bikin û li hemû qadên giştî hebûn û xuyabûna zimanê Kurdî xurtir bikin û li dijî siyaseta înkar û bişaftinê jiyaneke azad bi hev re ava bikin.

Zanîngeh qada têkoşînê û ramana azad e

Zanîngeh divê bibe navenda ramana azad; lê îro bi siyaseta qeyûmê, merkezîbûn û pratîkên zextê ji taybetmendiya xwe ya demokratîk û azad hatiye dûrxistin. Hilberîna bi zimanê Kurdî an jî meşandina lêkolînên li ser ziman an gelê Kurd li kampûsan tê marjînalîzekirin û bi awayekî sistematîk tê sînordarkirin. Em nabin temaşevanên vê rewşê. Em bawer in ku zanîngeh ne tenê qadên dersê ne, herwiha ji bo pêşveçûna civakê qadên pêşeng in.

Li dijî yekrengbûna zanînê û biyanîbûna akademîk, em têkoşînê wek bingeh digirin da ku zanîngeh bibin xwedîyê roleke piralî û wekhev.

Perwerdehiya bi zimanê dayikê maf û azadiyek bingehîn e

Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ji pêşniyarek pedagojîk zêdetir e; ew meseleya mafê mirovî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ku zimanê dayikê di qada giştî û akademîk de cih negire, li wir ji wekheviya rastîn nayê behs kirin.

Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku:

* Zimanê Kurdî li zanîngehan ne tenê dersa bijarte be, bibe qadeke akademîk a bihêz û domdar

* Perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di qadên hilberîna akademîk de were bicîh kirin

* Zimanê Kurdî bi misogerkirina hiquqî azad bibe , di hemû xizmetên giştî de bibe bingeh.

TEV-KOM: Hêza yekîtiyê û moedela jiyana hevpar e

TEV-KOM îradeya derbasbûna ji rewşa parçeyî û avakirina rêça hevpar a polîtîk û çandî ye. Ji avakirina vê tora hevkar a di navbera zanîngehan de, mebesta me ew e ku em lêkolîn û xebatên li ser ziman û hunera Kurdî zêdetir xuyabar bikin, bi kom û civatên ku li fakulte, wargeh û kampûsan têne avakirin, modela demokratîk a ku tê de cihêrengî bi awayekî azad û wekhev heye, bicîh bikin.

Rola ciwanan û pêşxistina hevkariya kolektîf

Ciwanên xwendekar, her tim bi awayekî dînamîk li dijî zextê bûne. Weke Tev-Kom; em jî bi awayekî wêrek, hişyar û rêxistinî li dijî siyaseta tunekirinê, têkoşînê mezintir dikin. Têkoşîna ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, beşekî têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ye.

Wek ciwanan, li ser pêşeroja xwe, xwediyên gotin û kiryarê em in. Îro jî îradeya ku em nîşan didin, ne tenê ji bo ziman e, ev îrade ji bo avakirina pêşeroja me ye. Yan em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin, yan jî em ê di nava vê pergala asimilasyon û zextê de winda bibin.

Banga xwedîderketina li rûmetê

Em bang li hemû civat û komên zanîngehan, akademîsyenan, xwendekaran û li hemû gelê xwe dikin ku li ser vê zemîna hevpar em kom bibin; ziman, çand û rûmeta xwe biparêzin.”

Bername bi konsera Babetna bi dawî bû.