Sozdar Avesta: Gel peyamên Rêber Apo di Newrozê de erê kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta der barê Newroza 2026an de got: “Gl di Newrozê de piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ser ziman ku ji 27ê Sibata 2025an ve berdewam dike. Û gele me peyamên Rêber Apo ku di vê Newrozê de jî hatibû, bi hemû awayê ji bo na xwe hilgirt û erê kir. Ev pir girîng bû. Peyamekî din ku di Newrozê de weke şîarekî bû, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratik bû.”

1 deqe xwendin
Sozdar Avesta: Gel peyamên Rêber Apo di Newrozê de erê kir

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û mijarên di rojevê de nirxand. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re bi vî rengî ye:

Wek tê zanîn Newroza îsal bi ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat pîrozkirin. Ji bo Newroza îsal hûn dixwazin çi bibêjin?

Ez destpêkê salvegera 79emîn a darvekirina rêber û pêşengê Komara Mihabadê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, herwisa salvegera şehadeta 54emîn a Mahîr Çayan û hevalên wî ku li Kizildereyê hatin kuştin bi bîr tînim. Herwiha Hefteya Lehengiyê ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ji 21ê Adarê heta 28ê Adarê ye, di şexsê rêheval Mazlûm Dogan û fermandarê Hêzên Parastina Gel rêheval Egîd de, tevahî şehîdan bi rêzdarî hurmet û minet bi bîr tînim. Wekî Tevgera Azadiyê di pêşengtiya Rêber Apo de em hemû şehîdan wekî şehîdên têkoşîna xwe dibînin û Rêber Apo çawa têkoşîna lehengên wekî Mahîr Çayanan ji bo xwişk û biratiya gelan mezin bike û bi taybetî jî xeta sosyaslîst a çepgirî jiyankirin li ser bîranîna wan pêş xist, dîsa em jî bi vê munasebetê careke din didin diyarkirin ku em ê di vê têkoşînê de li ser bîranînên wan lehengan hewl bidin ku vê têkoşînê bigihînin armanca vê. Bi taybetî we jî da diyarkirin, bi rastî jî Newroza îsal mohra xwe li dîrokê xist. Bawer dikim ku wisa bê pênasekirin, pêngava berê Newroza 2026an û pêngava piştî Newroza 2026an dema ku wekî dîrok bê destgirtin, wê wisa were pênasekirin. Ev Newroz ji ber ku Newroza Rêber Apo bû, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû, bi vê munasebetê ez careke din Rêber Apo bi rêzdarî, hurmet, bêrîkirin û minetdarî silav dikim. Bi rastî jî Newrozekî girseyî çêbû, bi heybet bû, gelekî cihereng bû, hem di Kurdistanê de, hem jî li derveyî welat dîmenên gelekî balkêş derketin pêş. Milyonan kes herîkin Newrozê, ne deh hezar û sed hezaran, milyonan herîkin qadên Newrozê û hîna jî pîrozbahiyên Newrozê berdewam in. Ji bo vê bi taybetî dîmenên ku li bakurê Kurdistanê bi taybet li Amedê, li hemû navçe û qadan derketin, dîsa li Tirkiye, Stenbol bû Newroza gelan, bû qada xwişk û biratiyê, bû qada wekheviyê, bû qada demokrasiyê, bû qada careke din mîsogerkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herwiha li rojavayê Kuristanê, di serî de li Kobanêya berxwedêr, Qamişlo, Dêrik, li Başûrê Kurdistanê li bajaran hatibû qedexekirin, dîsa li Qendîl Newrozekî bi heybet bû gelê me di nava şert û mercê şiliyê de jî hatibûn û Newrozekî gelek girîng bû. Herwiha yê ku dîsa bal kişand ser xwe Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bû. Bi rastî di nava xwe de pîrozbahiyeke heybet çêkirin, ruhê Newrozê zindî kirin, Mazlûm Dogan anîn roja îro, karografiya wî bi meşaleyan çêkirin. Ev bi taybetî pir balkêş û girîng bû. Ez bi taybetî wan silav dikim, destxweşiya wan dikim û wan pîroz dikim. Bi vê heybetê beşdarbûna wan ji bo Newroza Qendîlê jî hêja bû. Bêguman îsal şerekî giran li ser rojhilatê Kurdistanê hebû, Newroz nehate pîrozkirin. Dîsa li derveyî welat jî hîna pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin, Newroza li Frankfurtê pir bi heybet bû. Ji bo vê bêguman yek bi yek tevahî qadan bijmêrin bername têr nake. Ez bi vê munasebetê careke din tevahî gelê me û gelên ku beşdar bûn, jinên ku beşdar bûn, ciwanên ku beşdar bûn, herî zede jin û ciwanên bal kişandin ser xwe û reng û ruhê xwe dan Newrozê bi Newrozê re bûn yek, silav dikim. Ji xwe jin bi pîrozkirina 8ê Adarê ve bi girseyî herikîn Newrozê. Newroz bi rengê jin û ciwanan hîn zêdetir dewlementir bû û gihîşt cewherê xwe. Ez careke din hemû kesên ku beşdar bûn, silav dikim, ez wan tevahî bi navê Tevgera me pîroz dikim. Helwestekî pir girîng û tevlîbûneke pir girîng raber kirin. Newroz cejna gelan e, cejna berxwedanê ye, cejna wekheviyê ye û cejna têkoşînê ye. Bi têkoşînê re heta roja îro hatiye û bi xwe jî rojekî ku encama têkoşînekî li hemberî zilmê ye û ji xwe re kiriye cejn. Ji bo vê jî di vê Newrozê de dîsa peyamênsiyasî, wekî paradigma, wekî yekîtî û wekheviyê pir derketin pêş. Mirov dikare çend peyaman bi rengekî kurt bîne ser ziman. Peyama yekemin; êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hemû qadan hat erêkirin. Wekî referandûmekî bû, gelê me li hemû qadan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo na xwe wekî mijara sereke raber kirin û bi yek dengî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Ev gelekî girîng bû. Piştgiriya xwe ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ser ziman ku ji 27ê Sibata 2025an ve berdewam dike. Û gele me peyamên Rêber Apo ku di vê Newrozê de jî hatibû, bi hemû awayê ji bo na xwe hilgirt û erê kir. Ev pir girîng bû. Peyamekî din ku di Newrozê de weke şîarekî bû, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratik bû. Çawa ku li hemû qadan, li hemû deran, ji hemû pêkhateyan di Newrozê de hatin gel hev û cejna xwe pîroz kirin, bi vî rengî yekîtiyekî demokratik jî sazkirin. Vê yekê di Newrozê de dan diyarkirin ku daxwazekî wan yê esasî jî ew bû ku yekîtiya xwe ya demokratik pêk bînin. Bingehek wê ya xurt hatiye avakirin. Dîsa peyama esasî ku jê derket, bêguman şerekî ku niha li heremê bi tundî tê meşandin heye, şerê cîhanê yê sêyemîn ku em bêjin hêzên hegemonîk êrîş dikin û dîsa hêzên statokparêz bi hev re di nava pêvçûnekî de ne, ê ku di nava vî şerî de wekî qurban tên hilbijartin xeta sêyemîn ya Aştî û Civaka Demokratîk, xeta gelan, xeta bi hev re jiyana azad e, bêhtirê xwe jî li ser vê bandoriyekî neyînî çêdike. Di Newrozê de li dijî vê jî rawestandinek çêbû. Em ne alîgirê tu şeran in, em bêhtirê xwe aştiyê dixwazin, demokrasiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin û em di wan qadan de careke din dengê xwe digihînin her kesekî ku hêza gelan ji hemû hêzên din xurtir e û dikare biçe encamekî. Di vê Newrozê de peyamekî wisa polîtîk û exlaqî jî derket holê. Yanî hem di milê polîtîk de helwesta xwe danîn holê, hem jî di milê exalaqî de jî divê çi were destgirtin û parastin, vê jî pêş xist. Ji bo na vî ez dikarim bibêjim ku Newroz bi hemû awayê gihiştiye armanca xwe, helwest û daxwazên xwe zelal daniye holê. Hêzên ku xwe ji ber vê bide alî û vê ji nedîtî ve bê, êdî nikare careke din pira navbera gelan ava bike. Divê her kes vê bibîne.

Ne tenê li bakurê Kurdistanê, ji ber ku li hemû qadan gel rabûne ser piyan û Newroz pîroz kirin û daxwazên xwe yên demokrasiyê anîn ziman. Daxwaza civaka demokratîk, komînal û pekvejiyanê kirin. Ji ber vê Newroza 2026an tevî şert û mercên hewayê yên giran jî, gel bi biryardariyek mezin ew rih zindî jiyan û da jiyîn jî.

Weke Tevgera Azadiyê bi navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, me ji bo Newrozê daxuyanî da û Newroza gelê xwe pîroz kir. Em diyar dikin ku, em peyamên gel ê Newrozê ji bo xwe weke ferman dibînin û em ê li gorî wê jî tevbigerin.

Divê gelê me bi Newrozê ve xwe sînordar neke û xwe di her alî de birêxistin bike. Divê di komîn, meclîs û her beşên jiyanê de xwe birêxistin bike û biparêze. Bi rihê Newrozê dikare di nava her şert û mercî de li hember her cure xeterî têbikoşe û têk bibe.

Bi vê mijarê ve girêdayî tevlibûna jin û ciwanan pir bi heybet û li pêş bûn. We jî şert û mercên hewayê bibîr xist, mînak gelek ciwan gotibûn ger kevir jî bibare em ê cardin herin qada Newrozê. Di vir de rola peyama Rêbertî çiye û hûn tevlibûna jin û ciwanan çawa dinirxînin?

Bêguman me pêşî jî got Newroz, Newroza Rêber Apo bû. Beriya Newrozê bi rojek hatibû gotin ku wê peyama Rêber Apo bê dayîn. Yê ku coş, kelecana Newrozê xurtir kir peyama Rêber Apo bû. Gel li benda peyamek bi dîmen bûn. Heta di nava gel de gotegotên ku wê Rêber Apo bi rengekî zindî peyam bide yan jî suprîzek çêbibe, hebû. Daxwaza gelê me yê esasî ev bû. Gelê me vê ne tenê weke daxwaz tîne ziman, her wiha weke armanca xwe ya esasî dibîne. Gelê me dixwaze bi Rêber Apo re bi rengekî azad Newroz pîroz bike û bijî.

Peyamê Rêber Apo li hemû qadên Newrozê hatin xwendin. Hem li qadê hem jî kesên li ber ekranan, bi baldariyeke mezin li benda peyama Rêber Apo bûn. Ji ber ku peyama Rêber Apo ya Newrozê bi qasî banga 27ê Sibatê girîng, bi wate û bi nirx bû. Xwedî navarokeke dagirtî bû. Rêber Apo bi peyama Newrozê re nexşerêyek jî dabû diyarkirin. Ji ber vê yekê peyama Rêber Apo mohra xwe li Newroza îsal xist.

Jin û ciwan pêşengê têkoşîna azadiyê ne. Jin çawa ku di 8ê Adarê de li hemû qadan pêşengiyê kirin, di qada Newrozê de jî ji 7 heta 70 salî bi rihê Newrozê û cil û bergên kurdewarî rabûn ser piyan û Newroz pîroz kirin. Jin bi tevlibûna xwe careke din ber bi azadiya xwe ve meşiyan. Ciwan jî bi ruhê Mazlûman, Zekiyeyan û Rehşanan daketin qadan û bi çalakiyên curbecur li Wargeha Şehîd Rûstem, li Qendîlê, li Ewropa û hemû qadan pîroz kirin. Ev ne tenê weke pîrozbahî, her wiha weke asta têkoşîna ku gihaye nîşan da. Ciwan, bi fikra çawa dikare vê têkoşînê mayînde bike derket rê û vê helwesta xwe bi çalakiyên xwe nîşan da. Divê jin, ciwan, zarok, extiyar û tevahiya gel, ji hev neyê cuda kirin. Ji ber ku Newroz her kes zindî kiribû. Gotin di cih de be, ew coş mirî ji goran derxistibû. Ewqas rihê biharê û Newrozê bibû yek. Ya jinê jî bi dema jinê re bû yek. Dema jinê dema azadiyê ye. Azadî jî helbet bi berxwedan, têkoşîn, hevgirtin û pêkve jiyanê dibe. Ev jî ji xwe armanca esasî ya Newrozê bû.