Duh kontrgerîla îro çete!
Rêber Apo di parêznameyên xwe de van hêzan weke aparatên Gladyoya NATOyê bi nav kir. Heta civakê giş tevî dewletê hişyar kir û got; wê ev cinawir li we vegere. Despêkê di şerê li dijî gelê kurd de ji aliyê dewleta tirk ve hatin bikaranîn.

Duh kontrgerîla û mafya îro jî çeteyên ku ciwanan weke maşik û destik bi kar tînin derketin pêş me. Navê wan, şekl û cismê wan biguhere jî hêzên li derveyî normê bi dehê salan e bi heman armancê kar dikin. Dixwazin civakê birizînin, qirêj bikin, ji hev de bixin û pûç bikin.
Ji bo fêmkirina van sazûmaniyên qirêj belkî divê em biçin heta despêka dîrokê. Lê di vê gotarê de em ê bala xwe bidin ser Daîreya Şerê Taybet ku bi talîmnameya 31-15 FM a Amerîkayê li Tirkiyeyê hat avakirin. Li Tirkiyeyê hema bêje bi heman kodê lê bi navê ‘Talîmnameya Sahrayê’ weke belgeyeke veşarî ji bo şerê xeyrînîzamî weke pirtûkeke pîroz hat dîtin û pratîkkirin. Daîreya Şerê Taybet a bi vê talîmnameyê hat avakirin li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî gel û civakê şerekî qirêj meşand û hîn jî dimeşîne.
Tabûrên komando ku di salên 70yî de li Kurdistanê celadî dikirin, JÎTEMa ku di salên 90î de Kurdistan vegurehand Newala Qesaba. Hîzbulkontra ku destê wan ê tarî bû û bi qesasê bi hezaran welatparêzî hemû ji aliyê vê daîreyê ve hat birêvebirin. Di nav vê sazûmaniya qirêj de timî leşker, îstîxbarat, siyasetê bi koordînasyon kar kir. Ji bo her serdemê amûr û alavên wan cuda bûn. Lê belkî çekên wan ên ji guleyan dijwartir hişbir û fihûş û pê re jî pereyê reş bû. Bi vî awayî civak rasterast hat hedefgirtin.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de van hêzan weke aparatên Gladyoya NATOyê bi nav kir. Heta civakê giş tevî dewletê hişyar kir û got; wê ev cinawir li we vegere. Despêkê di şerê li dijî gelê kurd de ji aliyê dewleta tirk ve hatin bikaranîn. Lê îro ev cinawir ji her demê zêdetir civakê dixwe û di karên xwe yên qirêj de nûciwan û zarokan bi kar tîne. Ji ber wê êrişên li navçeya Riha Sêwêreg û Mereşê di esasê xwe de neynika vê pergala qirêj radixe ber çavan.
Weke ku di salên 1990î de ew qirêjî çawa bi Susurlukê weke gemarekê li her derê belav bû, îro jî bi ti pêçav û qilifê nayê veşartin. Hingê jî dewlet-mafya û siyasetê ev kar dikir. Îro jî dewlet-çete û siyaset vî karê qirêj dikin. Rûyê herî xeternak û wehşî yê vê organîzasyona cinawir di dewrê de ye. Armanc jî weke duh perçiqandina gelê kurd, fetisandina daxwazên azadiyê ye.
Ciwan heta li gorî raporên dawîn ên saziyên mafê mirovan zarok di penca hişbirê de ne. Bi vî awayî ciwan û zarok ên ku siberoja civakê ne, dibin celadên civakê. Li tax û gundan ev zarok û ciwan bi komikên çete û mafyatîk bêhnê li civaka xwe, li xwe diçikînin. Esnaf, kedkar, jin, zarok dibin hedefa êrişên wan. Herçî kî li mafê xwe dipirse dewleta li derveyî normê van amûrên qirêj dixe dewrê.
Di van demên dawîn de bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê berbelavbûna hişbirê û komkirina xeracê bi van sazûmaniyên qirêj ve girêdayî ye. Esker û polîs jî di nav vî karê qirêj de ne. Bi mertalekî tên parastin. Îpek Er, Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û gelek jinên ciwan bi destê vê sazûmaniyê ve hatin kuştin. Ev şerê qirêj êdî bi destê zarokan darbasî heta nav dibistan û polan bûye.
Li Rihayê li lîseyekê û li Mereşê li dibistaneke navîn êriş pek hatin. Tetikkêş zarok in lê fail sazûmaniya ku koka xwe heta Daîreya Şerê Taybet diçe. Kontrgerîla, JÎTEM, hîzbilkontra, cerdevan, esker, polîs, wezîr û kizîr, Dalton, Bariş Boyun, Redkît, Baygara, Casper û bi dehan komikên qirêj weke guherîna forma alava Gladyoya NATOyê êrişî civakê dikin.
Çareya li dijî vê qirêjiyê di esasê xwe de di banga 27ê Sibatê ya Rêber Apo de heye; civaka demokratîk.
Bi rêya pêkanîna civaka demokratîk a xwe dispêre, demokrasî, ekolojî û azadiya jinan civak wê hem xwe birêxistin bike hem jî li dijî van qirêjiyan xwe biparêze.


