Siyaset û huner
Serpêhatî û ezmûnên civakên cîhanê jî, ji bo me û civaka me, helbet derbasdar in! Ango, dema em siyaset û hunerê binirxînin, pêwîst e pîvanên me hebin. Gelo nirxandinên me wê li gorî rewşa kîjan civakê bin?

Têkliya siyaset û hunerê mijarek bingehîn e. Di nivîsa bihurî de, min kurtedestpêkek nivîsand. Ji têbîniyên tewrî û ramanî wêdetir, ji bo bê fêmkirin pêwîst e serpêhatî û pratîka salên dirêj parve bikim, da ku rastiya dîrok û heqîqetê zelal bibe. Dixwazim vê rastiyê jî bînim ziman ku ne di wê mereqê de me ku xwe bidim danasîn û pesn û fortan rêz bikim.
Ji temenê xwe yê 15 salî pê de, ez ketim ser şopa huner û siyasetê. 45 salên bihurîn, bi şêwaza prefesyonel di qada çand û hunerê de tekoşîna xwe didomînim, tecrûbe û ezmûnên hatin bidestxistin, bi bedela temenekî tije bûye. Min bi qedera têgihiştin û hêza xwe, xwe bi heqîqet û rastiya jiyanê perwerde kir. Feraset û îlhama xwe ji felsefeya Rêber Ocalan wergirt. Bi qedera derfet û aqilê xwe, dîrok û civakên cur bi cur jî xwend.
Serpêhatî û ezmûnên civakên cîhanê jî, ji bo me û civaka me, helbet derbasdar in! Ango, dema em siyaset û hunerê binirxînin, pêwîst e pîvanên me hebin. Gelo nirxandinên me wê li gorî rewşa kîjan civakê bin?
Ji bo vê yekê pîvana heqîqetê ya herî rast û resen e! Civak, netewe dema ava bûne, helbet bi aqilê siyasetê xwe ava kirine. Kambaxiya neteweya kurd ew e ku tiştekî civakî hatî avakirin tune bûye! Jixwe şoreşa azadiyê ji sifirê dest bi avakirinê kir.
Mînak, Hunerkom ji sifirê hat damezirandin! Bi aqilê stratejîk dahatuya netewekê hatî fikirîn û bingeha gava avakirina Hunerkomê weke saziya çand û hunerê ya yekemîn di dîroka kurdan ava bûye. Ji ezmûna Hunerkomê dest pê kir, li bakurê welêt NÇM û bi dehan komên çand û hunerê li Rojava û Başûr hatin birêxistinkirin. Piştî salên 2000î û pêde, li ser ezmûna Hunerkomê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV- ÇAND) hat avakirin.
Hêjayî lêkolîn û nirxandinê ye ku meriv ezmûna Hunerkomê bi siyaset û îdeolojiyê re binase, tecrûbe û dersên bêhempa derxîne holê. Ji ber kêmasî û hişmendiya tengezar, heya niha jî ti kesî lêkolînek bi heqîqet di vê mijarê de nekiriye. Di wê baweriyê de me ku heger bi wijdan meriv li vê mijarê lêkolîn bike, ji bo dahatuya çanda û hunera kurdî bibe dersên bi nirx.
Di serdema birêxistinkirina Hunerkomê de, tevî ku tecrûbe û derfet gelekî kêm bûn jî, lê belê, siyaseta rast û nêzîkahiya çand û hunerê, rola bibandor di tekoşîna saziya Hunerkomê de lîstiye! Pêwîst e vê yekê jî bêjim, ku sazî bi perspektîf û dîrektîfa Rêber Apo hatî damezirandin, her wiha bi salên dirêj jî, Rêber Apo bi fikir û perspektîfan, bi çavdêrî ji nêz ve mijûlî nîşan daye.
Siyaset, desthilatdarî, çand û huner
Bêguman, desthilatdariya civakê siyaset e! Erk û delametên siyasetê ye ku zagon û yasayên civakê ji bo vejînê biparêze. Heger desthilat erkên xwe yên xwezayî pêk neyne û her tim bikeve paradoksa hukumdariyê, hingê nikare xwe ji metirsiyê rizgar bike!
Zagon û yasayên civakî çi ne? Bi yek gotinê: objektîvzim! Ango, dema siyaset bêje: "Di her babetê de ez im, afirîner û berhem ez im, zagon û ferman ez im" hingê ew tenê dibe desthilatdar! Ji siyaseta wê desthilatdariyê sazîgerî, afiranerî û berhemdayîn dernakeve, herî zêde wê derfetên kaos û dejenereyan derkeve. Encax xerckirina nirxan jî, wê bibe berdesta wê desthilatdariyê.
Di navbera salên 1983 û 1993yan de, di nav rewşên zor û zehmet de, saziya çand û hunerê rêxistin û tevgera xwe ava kir. Ji destpêkê de, destwerdan û mudexeleyên siyasetê li ser xebata Hunerkomê ranewestiyan, nêzîkahiyên rêxistina siyasî her tim, bi bihaneya di çarçoveya desthilatdariyê de çêdibûn, lê di wê serdemê de, rêveberiya rêxistinê, bi taybetî Rêber Apo, di her mudaxale û destwerdanê de, bi perspektîf û pêşbînî, hem parastina saziyê hem jî xuluqandina pêngavên pêşber dida pêşiya xebata çand û hunerê… (Didome)


