Behra Wanê bi paş ve diçe!
Projeyên HESê li ser çeman jî beşek girîng in. Di bin navê enerjiyê de, herikîna xwezayî tê qutkirin û av ji rêça xwe dûr dikeve. Ev jî mîqdara ava ku digihîje behra Wanê kêm dike.

Behra Wanê bi paş ve diçe. Lê rastî ev e ku jiyana gelê ku li dora wê ava ye jî hêdî hêdî wenda dibe. Ev pirsgirêkek jiyanê ye. Ev tengbûna qadên jiyanê yên mirovan e; ev qelsbûna bîra kolektîf a vê erdnîgariyê ye û ev pêvajoyek wendabûnê ye ku li ber çavên me ye.
Îro, ravekirina vê paşveçûnê tenê bi guherîna avhewayê, rastiya pirsgirêkê veşartin e. Ji ber ku li vir pirsgirêk ne tenê xweza ye; ew di heman demê de bi destê mirovan tê afirandin û roj bi roj tê bi lez dibe. Nebûna kontrola dewletê û nêzîkatiya ku xwezayê ne wekî cihê jiyanê, lê wekî çavkaniyek qezencê dibîne, vê pirsgirêkê roj bi roj mezin dike. Ev nêzîkatî di rastiyê de encama modernîteya kapitalîst e. Di vê têgihiştinê de xweza ne parçeyek jiyanê lê wekî qadeke qezencê tê dîtin û talankirin.
Birêvebirina çavkaniyên avê ya xelet, nebûna kontrolê û nêzîkatiyên berjewendîparêz vê pirsgirêkê kûrtir dikin. Wekî kesekî ku li vir dijî, pêwîst e ev yek aşkere bê gotin: Ev cih ku bi navê fermî ‘gola Wanê’ tê gotin, di zimanê gel de ji sedsalan ve ‘behra Wanê’ ye. Nav tenê cihan nîşan nadin; di heman demê de wateya wan jî hildigirin.
Behra Wanê tenê av nîn e, ew qadek jiyanê ye ku gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn, jiyana xwe li dora wê ava kirine. Jiyana kurd, ermen, suryan û gelên din li dora vê avê hatiye avakirin. Ev av ne tenê çavkaniya jiyanê, navenda çand, ziman û jiyana civakî ye jî.
Masiyê kefal ku masiyek endemîk e, nîşaneya têkiliya mirov bi xwezayê re ye jî nîşan dide. Ew cureyek taybet e ku di cîhanê de tenê li behra Wanê dijî.
Havîna borî, dema ku ez li peravên behra Wanê dimeşiyam, min dît ku ew deverên di zarokatiya min de bi avê dorpêçkirî bûm, niha bi çend metreyan dûr ketine. Ev nîşan dide ku pirsgirêk êdî ne tenê pirsgirêkek jîngehê ye. Ne tenê av bi paş ve diçe; bîranîn û şopên jiyanê jî wenda dibin.
Ev pirsgirêk ne tesaduf e. Ev encama siyasetê ye, ne karesatek xwezayî, encama polîtîkayên şaş ên bi salan, projeyên bêkontrol û zîhniyeta qezencxwaz e. Ev pêvajo gav bi gav gihîşt vê nuqteyê.
Tam li vir, paradîgmaya ‘civaka ekolojîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çarçoveyek pêşkêş dike ku em bi wê re van bûyeran baştir fêm bikin. Li gorî vê nêzîkatiyê, xweza ne tiştekî li derveyî mirovan e; ew beşeke hebûna civakî ye. Têkiliya mirov û xwezayê qut bibe, krîzên ekolojîk û civakî kûrtir dibin. Ya ku li behra Wanê tê jiyîn jî encamek aşkere ya vê qutbûnê ye.
Di çil salên dawî de, asta ava behra Wanê pir kêm bûye. Ev yek tenê bi guherîna avhewayê nayê şîrovekirin. Birêvebirina xelet a çavkaniyên avê, bikaranîna bêberpirsyar, projeyên enerjiyê, birîna daristanan û neparastina çavkaniyên avê ev pêvajo leztir kiriye.
Her ku av bi paş ve diçe, perav berfireh dibin; lê ev berfirehbûn ne ji bo berjewendiya gel e. Qadên giştî roj bi roj kêm dibin û cihên ku gel jiyana xwe bi wan ve girêdaye, hêdî hêdî ji destê wan tên wergirtin.
Paşveçûna avê, paşveçûna civakê ye. Her ku av bi paş ve diçe, jiyan teng dibe. Qada jiyana masiyan teng dibe, qamîş hişk dibin û rêyên koçberiya çûkan namînin. Ax şor dibe, erdên berhemdar bêber dibin û çavkaniyên ava binê erdê kêm dibin. Ev ne tenê guhertinek ekolojîk, hilweşîneke aborî û civakî ye jî.
Her ku hilberîna çandiniyê kêm dibe, debara jiyanê jî kêm dibe û ciwan ji neçarî koç dikin. Gelek caran, paşveçûna avê bûye koçberiya bêdeng a civakekê.
Pirsgirêk ne tenê kêmkirina avê ye, qirêjî jî heye. Berdana ava qirêj, bikaranîna dermanên çandiniyê û nebûna çavdêriyê hevsengiya ekolojîk qels dike. Bêhna xirab, mirina masiyan û guherînên di rengê avê de nîşanên aşkere ne.
Her ku av bi paş ve diçe, metalên giran ên li binê erdê derdikevin û bi bayê belav dibin. Arsenîk, kûrşûn û kadmiyûm ji bo jîngehê û tenduristiya mirovan xeter in. Ev rewş dibe sedema nexweşiyên giran û xeterên demdirêj.
Av bi paş ve diçe, beton berfireh dibe û qezenca pere zêdetir dibe. Ev nakokî encama pergalekê ye ku tê de qezenca xweza û mirov kêm dibe.
Projeyên HESê li ser çeman jî beşek girîng in. Di bin navê enerjiyê de, herikîna xwezayî tê qutkirin û av ji rêça xwe dûr dikeve. Ev jî mîqdara ava ku digihîje behra Wanê kêm dike.
Çemên ku di vê pergalê de hene, heman çarenûsê dijîn. Çemê Zîlanê mînakek aşkere ye. Ev çavkaniya avê ku berê zelal bû, niha qels bûye. Ev ne tenê wendahiyek jîngehê ye; hilweşîna şêwazek jiyanê ye jî.
Ji ber vê yekê, çareserî tenê bi tedbîrên teknîkî sînordar nîn e. Pirsgirêka rastîn, ji nû ve pênasekirina têkiliya mirovan bi xwezayê re ye. Loma jî têgiha ‘civaka ekolojîk’ nîşan girîng û jiyanî ye.
Tişta pêwîst ku divê bê kirin aşkere ye: Komîteyên ekolojiyê li ser asta herêmî werin damezrandin, binesazî were xurtkirin, rêbazên çandiniyê yên teserûfa avê berfireh bibin, peravên behrê wekî qadên giştî werin parastin û jin û ciwan di pêvajoyên biryardanê de cih bigirin. Modeleke rêveberiyê ku gel tê de xwedî dengekî rasterast be, şerta bingehîn e.


