Şevên Dîlok, Stenbol û Amedê bi agirê Newrozê ronî bû
Partiyên siyasî, rêxistinên civakî û şêniyên taxên Stenbol, Dîlok û Amedê bi agirê Newrozê şevên tarî ronî kirin. Bi meşaleyan meşên dirêj li dar xistin û şev ronî kirin.

Gel li tax, gund, navçe û bajarên Stenbol, Dîlok û Amedê daketin bajaran û bi girseyî Newroz pîroz kirin.
Gel li çar navçeyên Stenbolê Newroz pîroz kir
Newroz îsal bi dirûşmeya “Azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî Newroz bi coş tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Beyoglu, Bagcilar, Sultanbeylî û Kagithaneyê pîrozbahiyên Newrozê li dar xist. Li her çar navçeyan de bi hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûn.
Bagcilar
Li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê gel li rêya meşê kom bûn û li ber agirê Newrozê govend grandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Gel di govendê de dirûşmeya “Newroz pîroz be” berz kir. Girseyê di şexsê Salih Muslum de ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê rêz girt û wêneyên Salih Muslim hilgirtin.
‘Gel dê bi azadiya rêberê xwe azad bibe’
Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan di pîrozbahiyê de axivî û got: “Şehadeta Salih Muslim me xemgîn kir. Em ê bi agirê Newrozê bi ser bikevin. Newroza îsal Newroza azadiyê ye, azadî jî bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd dê pêk were.”
Girseyê li vir agirê Newrozê pêxist û ciwanan xwe di ser agir re hilkirin. Girseyê li dora agir govend gerand û belav bû.
Dîlok-Amed
Li navçeyên Pîran û Xana Axparê, tevî barana zêde jî gelek kes hatin ba hev û li ber dehol û zurnayê li dora agirê Newrozê govend gerandin. Li bajarê Dîlokê jî agirê Newrozê hate vêxistin.
Amed
Li navçeyên Pîran û Xana Axparê yên Amedê, bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" pîrozbahiyên Newrozê hatin li dar xistin. Li taxa Hopekê ya Pîranê gelek welatî hatin ba hev. Rexmê baranê jî, girseyê agirê Newrozê vêxist û bi tîlîlî û li ber dehol û zurnayê govend gerandin.
Li Çinarê meşa meşaleyî
Li taxa Kela Gabanê ya Xana Axparê jî, welatî rexmê barana zêde Newrozê pîroz kirin. Rêveberên DBP, DEM Partî, Hevşaredarên Çinarê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Gel bi meşaleyan heta Girê Mîr Xidir meşiyan û tariya şevê ronî kirin. Piştî meşê, li ser gir agirê Newrozê dadan û li dora Agirê Newrozê gavend gerandin û dirûşm berz kirin.
Dîlok
Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dîlokê, bi dirûşma “Newroz pîroz be” li taxa Gazîkentê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Li qada pîrozbahiyê, bi domdarî dirûşmên "Newroz pîroz be", "Jin, jiyan, azadî" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî govenda li dora agirê Newrozê, çalakî bi dawî bû.


