Kurdên li Stenbolê Zimanxane vekirin
Kurdên li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî (Zimanxane) vekirin. Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr xwestin ku baştir li ziman xwedî derkevin û her derê bikin zimanxane.

Kurdên li Stenbolê Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê bi coşeke mezin vekirin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bernameyê bûn. Rêveberên komeleyê, Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, endamên û nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes amade bûn. Bername bi jêkirina qurdeleyê dest pê kir û bi axaftina li ser girîngiya ziman û parastinê dom kir.
Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr derbarê xebatên xwe yên ji bo siberojê û gotin.
Piştî axaftinan Koma Erbaneyê ya Amargî, hunermendên NÇM û dengbêjan stranan xwe strandin. Bername bi gerandina govendan bi dawî bû.


