Şerê li dijî îradeyê
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku ev krîza piralî tenê bi rêya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê dikare were çareserkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya herî xurt a li himberî van êrişên piralî yên li ser civakê ye.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, rewşa ku em îro tê de ne, tenê krîzeke aborî yan jî polîtîk a asayî nîn e. Em bi pêvajoyeke sîstematîk a hilweşandina nirxên mirovahiyê re rû bi rû ne. Ev qirêjiya ku bi destê dewletê û komên di bin kontrola wê de tê birêvebirin, di bingeha xwe de encama hişmendiya şerê taybet e. Şerê taybet, berovajî şerê eniyê, ne tenê li ser axê, lê li ser hiş, ruh û exlaqê civakê tê meşandin. Ji salên 90î ve, ev stratejî bi her cureyên rêbazên qirêj hat meşandin, lê di salên dawî de ev yek gihîştiye asta herî bilind a herîmî û civakî.
Sedema bingehîn a êrişên tund ên li dijî jinan, zarokan û pêkhateyên cuda, hewldana sîstemê ye ku dixwaze civakê bê parastin û bê hêvî bihêle. Di paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan de, jin wekî hucreya herî bingehîn a azadiyê tê dîtin. Lewma, êrişên li ser jinê ne tesadufî ne; sîstema desthilatdar dizane, civaka ku jin tê de kole be, bi hêsanî dikare were birêvebirin. Dema ku em li van êrişan dinihêrin, em dibînin ku sîstema qatîlê kastîk dixwaze ruhê azadiyê di nav civakê de bikuje. Ev pergal, mîna organîzmayekê ye ku ji xwîna civakê xwedî dibe, her diçe nirxên komunal, dostanî û hevgirtinê hildiweşîne û li şûna wê kesayetên berjewendîperest, bitirs û bêdeng diafirîne.
Li Tirkiyeyê û bi taybetî li bakurê Kurdistanê, bûyerên mîna wendakirina Gulistan Doku, mirina gumanbar a Rojin Kabaîş, êrişên li ser dibistanan û zêdebûna kuştina jinan, ne wekî sûcên edlî yên ji rêzê tên nîşandan, di encama polîtîkaya pergalê ye de ku bi hişmendî hatine avakirin. Ev bûyer hemû di bin sîwana şerê taybet de, wekî amûreke bo çewisandin û bêîradekirina civakê tên bikaranîn.
Zêdebûna kuştina jinan li Tirkiyeyê, rasterast bi polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî Peymana Stenbolê û qelskirina qanûnên parastina jinê ve girêdayî ye. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku asta azadiya civakê, bi asta azadiya jinê ve girêdayî ye. Lewma, her jineke ku tê kuştin, di rastiyê de derbe ye li daxwaza azadiya civakê. Dewlet bi rêya van kuştinan, serdestiya mêr li ser civakê ferz dike da ku modela malbata kole ya ku bingeha netewe-dewletê ye, biparêze.
Polîtîkayên dewletê yên der barê madeyên hişbir, mafya û çetebûnê de, parçeyekî bingehîn ê vî şerê taybet e. Li herêmên Kurdistanê û taxên xizan ên metropolan, belavkirina tiryakê û teşwîqkirina ciwanan ber bi jiyaneke bêexlaq û sûcdar ve, bi zanabûn tê kirin. Dewlet li hemberî van kiryaran ne bêdeng e, berovajiyê wê, ev bêdengî nîşana erêkirin û hevkariyê ye. Armanc ew e ku dînamîzma ciwanan a ku dikare li dijî sîstemê serî hilde, bi rêya madeyên kîmyewî û jiyaneke pûç were tunekirin. Dema ciwanek dibe koleyê narkotîkê, ew ciwan êdî nikare bibe xwedî doz, nasname û îrade. Ev jî ji bo dewletê serkeftina herî mezin a şerê taybet e.
Di warê sosyolojîk de, tehrîbatên ku ev pergal li ser civakê ferz dike, kûr û dijwar in. Rêber Ocalan di nirxandinên xwe de dibêje ku modernîteya kapîtalîst, civakê ji rastiya wê ya polîtîk û exlaqî dûr dixe. Îro li Tirkiyeyê qutbûna ji nirxan gihîştiye wê astê ku tecawiz, tundî û bêdadî wekî tiştekî asayî tê qebûlkirin. Civaka ku ji exlaqê tê qutkirin, dibe girseyeke bêruh ku tenê ji bo berjewendiyên rojane dijî. Ev rewş, tehrîbata herî mezin a qatilê kastîk e; ji ber ku civaka bêexlaq û bêpolîtîka, civaka mirî ye.
Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku ev krîza piralî tenê bi rêya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê dikare were çareserkirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya herî xurt a li himberî van êrişên piralî yên li ser civakê ye. Lê, hêzên şerê taybet vê hêzê dibînin lewma îro Rêber Ocalan ji ber van fikrên xwe yên ku civakê ji vê qirîza mezin rizgar dike tê darizandin û tecrîdkirin.
Divê civak û bi taybetî jin û ciwanên li bakurê Kurdistanê, van êrişan ne wekî bûyerên şexsî an edlî bibînin. Her êrişeke li ser jinan, her jineke wenda û her kuştineke ku kujerê wê tê parastin, parçeyek ji stratejiya şikandina rûmeta civakî ye. Rêya parastinê di çarçoveya paradîgmaya nû de, xurtkirina têkoşîna jinê, parastina ziman û avakirina jiyaneke polîtîk e ku ti kesî neçarî însafê dewletê neke. Tenê bi vî awayî civak dikare xwe ji vê qirêjiyê paqij bike û rûmeta xwe biparêze.
Ji bo ku civak, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, xwe ji van êrişan biparêze, rêya herî bibandor Parastina Cewherî ye. Civak divê li dijî vê kesayetiya mirî ya ku sîstem li ser ferz dike, kesayetiya azadîxwaz ava bike. Heta ku civak li ser bingeha pîvanên exlaqî û polîtîk xwe bi rêxistin neke, wê her tim bibe amûreke lîstikên şerê taybet. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî madeyên hişbir, li dijî tundiya li jinê û li dijî nijadperestiyê, divê wekî parastina rûmeta mirovahiyê were dîtin û di çarçoveya neteweya demokratîk de were meşandin.


