Polîtîkayên qirkirinê û şikandina vîna civakî

Şerê azadiyê ku 40 sal in didome, îro di qada civakî de di navbera ‘zihniyeta tecawizkar’ û ‘paradîgmaya azadiyê’ de diqewime. Serketin, bi xwedîderketina li nirxên civakî û tolhildana bi rêya avakirina jiyaneke nû pêkan e.

1 deqe xwendin
Polîtîkayên qirkirinê û şikandina vîna civakî

Şerê taybet, di sedsala 21ê de, ji bo dewletên neteweperest bûye amûrê bingehîn ê parastina statukoyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê taybet wekî ‘şerê li dijî rastiya civakê’ pênase dike. Ev şer, beriya ku li qadên şer serkeftinê bidest bixe, dixwaze di hiş, dil û çanda civakê de serkeftinê bi dest bixe. Li Kurdistanê, ev model bi rengekî herî qirêj li dijî ciwan û jinan tê meşandin.

Zihniyeta dewletê ya şerê taybet, ne tenê stratejiyeke leşkerî ye, ew bi temamî pergaleke felsefî, siyasî û civakî ye ku armanca wê ya bingehîn ‘teslîmgirtina ruhê civakê’ ye. Di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ev zihniyet wekî lûtkeya ‘mêrê serdest’ û ‘netewe-dewletê’ tê pênasekirin.

Şerê taybet amûrê qirkirina çandî ye

Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de, 40 salên dawî ne tenê wekî pêvajoyeke berxwedana çekdarî, lê di heman demê de wekî qada rûbirûbûna bi rêbazên herî qirêj ên ‘şerê taybet’ derbas bûye. Dewleta netewperest, dema ku di rûbirûbûna fîzîkî de daxwaza azadiyê ya gel neşikand, serî li şerekî sîstematîk ê li dijî ruh, rûmet û cewhera civakê da. Armanca şerê taybet avakirina ‘kurdê bêvîn’ e. Ev şer, li ser du stûnên bingehîn, ango li ser jin û ciwanan hat avakirin. 

Bi rêbazên şerê taybet tiryak û pergala sîxuriyê li ciwanan tê ferzkirin. Belavkirina hişbirê li taxên kurdan, zihniyeteke ku dixwaze mejiyê ciwanan vala bike da ku li ser azadiyê nefikirin. Di heman demê de bi rêya medyayê, bi rêya modayê û bi rêya ‘jiyana luks a sexte’, ciwanan ji ax û çanda wan sar dikin. Civaka ji çanda xwe qutbûyî, êdî ji bo dewletê ne metirsî ye.

Armanca dawî ya zihniyeta şerê taybet, afirandina kurdekî wisa ye ku ji hêza xwe ya civakî bawer nake. Dewlet bi her awayî hewl dide ku gel bitirsîne, bêhêvî bike û bide bawerkirin ku ‘dewlet pir bi hêz e, hûn nikarin tiştekî bikin’. Nixumandina kuştinan jî beşek ji vê tirsê ye, dixwazin nîşan bidin ku ‘ez dikarim bikujim û kes nikare hesab ji min bixwaze’.

Dewlet li vir zagonên xwe yên fermî dide aliyekî û ‘zagonên şerê qirêj’ dixe dewrê. Ev yek nîşan dide ku di hişê dewletê de kurd ne ‘hemwelatî’ ne, lê ‘dijminê ku divê were kontrolkirin’ in. Ev zihniyet, sîstemeke ‘qirkirina spî’ ye. Yanî bêyî ku bi fîzîkî her kesî bikuje, bi rêya fihûş, tiryak û bêrûmetkirinê, civakê ji hundir ve dikuje.

Li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewlet forma herî bipergal a ‘mêrê serdest’ e. Şerê taybet ê ku li Kurdistanê tê meşandin, di bingeha xwe de zihniyeteke ‘fetihkar’ dihewîne. Dema ku em li mînakên wekî Îpek Er, Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş mêze dikin, em dibînin ku destdirêjî û kuştin ne tenê kiryarên kesane, ew amûrên siyasî ne. Dema ku çawîşekî pispor an jî kurê waliyekî destdirêjiyê dike, ew vê yekê ne tenê wekî tawankarekî asayî, wekî ‘nûnerê hêza dewletê’ dike. 

Ji bo parastina li dijî zihniyeta şerê taybet, berî her tiştî divê em fêm bikin ku ev şer ne tenê bi polîs û çekan, di mejî û jiyana rojane de tê meşandin. Parastina civakî ya li dijî van êrişan, li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya ‘parastina cewherî’ de wekî avakirina pergaleke alternatîf tê dîtin.

Şerê taybet hiqûqa neyartiyê ye

Zihniyeta şerê taybet xwe li ser ‘hiqûqa neyartiyê’ ava dike. Ji bo memûrên ku li Kurdistanê ‘wezîfeyê’ dikin, hiqûq nabe sînor, dibe zirx.  Gotinên waliyê Sêrtê yên di sala 2011an de ku digot ‘Ciwan bila neçin çiyê, bila fihûşê bikin’, îtîrafeke fermî ya vê zihniyetê bû. Ev daxuyaniya fermî ya polîtîkayekê bû. Ciwanên ku ji polîtîkayê û nasnameya xwe tên dûrxistin, dibin koleyên pergala serdest.

Dewlet bi rêya fihûş û tiryakê, dixwaze vîna polîtîk a ciwanan bişkîne û wan ji cewherê wan dûr bixe. Ev her du amûr, hişê ciwanan dikujin û wan ji ruhê azadiyê dûr dixin. Civakeke ku ciwanên wê di tora tiryakê de bin, nikare parastina cewherî bike.

Zihniyeta şerê taybet, jinan wekî ‘qada fethê’ dibîne. Di hişê dewletê de, şikandina vîna civakekê bi şikandina rûmeta jinan pêkan e. Bi rêya van êrişan, dewlet ji civaka kurd re dibêje; ‘Ez dikarim dest biavêjim pîroziyên we û hûn nikarin xwe biparêzin.’ Ev polîtîkayeke sîstematîk a bêrûmetkirinê ye.

Nixumandina kuştina Gulistan Doku yan jî parastina kujeran ji aliyê pergalê ve, peyamek e ji bo jinên kurd: ‘Hûn ne di bin parastina hiqûqê de ne.’ Ev zihniyet, kuştina jinan ‘rewa’ dibîne ji ber ku jin li vir nasnameya neteweyî û zayendî temsîl dike. Di dozên mîna Îpek Er û Gulistan Doku de tê dîtin ku çawîşên pispor an jî xizmên rayedarên dewletê wekî ‘memûrên şerê taybet’ tevdigerin.

Li Dêrsimê, nixumandina kujerên Gulistan Doku û bikaranîna meqamên dewletê ji bo parastina sûcdaran, nîşan dide ku di bin navê ‘ewlehiyê’ de sîstemeke ‘bêcezahiştinê’ wekî zirxekî li dora kujeran hatiye pêçan.

Şerê derûnî û rizandina civakî

Armanca şerê taybet ‘qirkirina spî’ ye. Yanî bêyî ku bi awayekî fîzîkî her kesî tune bike, dixwaze civakê ji hundir ve birizîne. Bi belavkirina tiryakê li taxan, bi teşwîqkirina fihûş û sîxuriyê û bi rûxandina exlaqê civakî, hewl tê dayîn ku civakeke ‘bêhiş’ û ‘bêvîn’ were afirandin. Ev sîstem dixwaze kurdekî wisa biafirîne ku ji hêza xwe ya civakî bawer nake, ji nasnameya xwe şerm dike û li hemberî zilmê bêdeng dimîne.

Di paradîgmaya ‘Jin Jiyan Azadî’ de, azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye. Dewlet vê yekê baş dizane, lewma di şerê taybet de jinan wekî ‘hedefa ewil’ hildibijêre.

Eger em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’, divê em bizanibin ku kuştina jinan, kuştina jiyanê ye. Nixumandina kuştina Gulistan Doku, êrişek e li ser felsefeya vê sloganê. Lewma rabûna ser piyan a li dijî vî şerî, di heman demê de parastina şoreşa jinan e.

Jin, jiyana civakê ye. Parastina rûmeta jinan, parastina hebûna Kurdistanê ye. Divê li dijî zihniyeta tecawizkar, tora piştgirî û parastinê ya jinan li her derê were honandin.

Kuştina jinên kurd û rizandina ciwanan, ne qedereke reş e, polîtîkayeke bizanebûn e. Bersiva herî xurt a li dijî vê, felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Heta ku civak bi hemû sazî û meclisên xwe nebe parastvanê rûmeta xwe, ev şerê taybet dê dewam bike. Lê îro hişmendiya ku li Kurdistanê şîn bûye, nîşan dide ku tora şerê taybet êdî nikare pêşiya lehiya azadiyê bigire. Em ê bi qêrîna Gulistan Doku û bi berxwedana Îpek Er, jiyaneke nû û azad li ser vê axê ava bikin.

Hişyarbûn û zanîn jehrkujê şerê taybet e

Şerê taybet xwe li ser ‘nezaniya’ civakê ava dike. Gava ciwanek an jî jinek fêm bike ku ev êriş ne tesadufî ne, beşek ji polîtîkaya dewletê ne, êdî nakeve wê torê. Lewra, ji bo parastina cewherî divê her mal, her tax û her kolan bibe dibistaneke paradîgmaya azadiyê. Ciwanên ku bi felsefeya ‘Xwebûn’ê mezin dibin, di tora şerê taybet de asê namînin.

Bêguman parastina civakî ne tenê bertek nîşandan e, di heman demê de avakirina jiyana nû ya birûmet e. Em çiqasî jiyaneke azad, rêxistinkirî û birûmet ava bikin, şerê taybet ewqasî bêbandor dibe. Wekî ku di felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de tê gotin, jiyana ku bi vîna jinan hatibe honandin, şikestina herî mezin a zihniyeta dewletê ye.

Li hemberî vê zihniyeta ku xwe dispêre ‘mêraniya dewletê’, paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan, vîna ‘Xwebûn’ê derdixe pêş. Tenê bi hişmendiyeke kûr a polîtîk û bi rêxistinbûna jin û ciwanan, ev zihniyeta şerê taybet dikare were pûçkirin. Wekî ku Rêzdar Ocalan dibêje: ‘Parastina herî mezin, bi rêxistinkirina jiyana bi rûmet e.’

Siyaset ne tenê çûna parlementoyê yan jî daxuyaniyên çapemeniyê ye. Siyaset, bi wateya xwe ya cewherî, rêxistinkirina gel a li dijî zilmê ye. Diviyabû navenda hemû çalakiyên siyasî bibûya Dêrsim. Diviyabû konên berxwedanê li ber dadgehê bihata danîn û heta kujeran hatibana girtin, ew kon nehatibana rakirin. Diviya sendîka, komeleyên jinan û saziyên ciwanan jiyanê bidana sekinandin. Şerê taybet dixwaze me hînî mirinê bike, divê me bi helwesta xwe ya berxwedêr nîşan bida ku em hinî mirinê nabin. 

Li dijî şerê taybet parastina cewherî  

Li hemberî vê tarîtiyê, tenê rêyeke rizgariyê heye ew jî parastina cewherî ye. Parastina cewherî, tenê refleksa parastina fîzîkî nîn e, ew avakirina civakeke polîtîk û exlaqî ye. Parastina cewherî li hember van êrişan parastina rûmetê ye. 

Dema sûcekî şerê taybet (wek kuştina jinan an tecawizê) çêdibe, divê ne tenê parêzer, lê hemû civak bibe ‘dozger’. Divê her kolan bibe qada lêpirsînê û her kes bibe parêzerê Gulistan Doku. Tenê bi vê vîna ‘rabûna ser piyan’, em dikarin tora şerê taybet parçe bikin û tarîtiyê ronî bikin. 

Bêdengî, şerê taybet xurt dike. Dema ku êrişek li ser jin û ciwanan çêbibe, divê bi sedhezaran mirov bi carekê rabin ser piyan. Dê qêrîna girseyî û civakî sînorên ‘şerê qirêj’ parçe bike. Siyasetmedar û saziyên civakî divê berê xwe bidin qadên ku ev sûc lê têne kirin û heta edalet pêk neyê qadan neterikînin.

Ji bo bêexlaqiya li ser Gulistan Doku pêk hatiye were zelalkirin divê ji çar hêlên welat bi sedhezaran kes berê xwe bidin Dêrsimê. Divê siyasetmedarên kurd Dêrsimê bikin qada teşhîrkirin û hesappirsîna ji şerê taybet ku li ser civaka kurd tê meşandin.

Bêdengmayîn qebûlkirina mirina bêrûmet e! Bi mîtîng, meş û çalakiyên domdar divê rê neyê dayîn ku dozên wekî yê Gulistan Doku di tarîtiyê de bimînin. Divê bi hêza gel, saziyên navneteweyî û hiqûqî neçar bên hiştin ku hesab ji dewletê bixwazin.