Şêrê Îranê yê li dijî baregehên DYAyê berdewam dike

Şêrê di navbera Îsraîlê û Îranê di roja duyemîn de berdewam dike. Di êrişa duh ya Îsraîlê de Rêberê Olî yê rejîma Îranê Elî Xamaney hate kuştin. Îranê li dijî êrişên Îsraîlê yên şevê din pêleke êrişên moşekên balîstik da destpêkirin.

1 deqe xwendin
Şêrê Îranê yê li dijî baregehên DYAyê berdewam dike

Îsraîlê roja 28ê sibatê li dijî rejîma Îranê şer da destpêkirin û bi balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Rejîma Îranê îro şeveqê zû ragihand ku Rêberê Olî Ayetulah Elî Xamaney di êrişa duh de hatiye kuştin.

Her wiha hate diyarkirin ku di êrişê de gelek rayedarên rejîma Îranê hatine kuştin. Rejîma Îranê piştî kuştina van rayedarên xwe 40 roj şîna neteweyî ragihand.

Wêneyê kêliya kuştinê hate belavkirin 

Wêneyê derbarê kuştina Elî Xemeney de jî li ser platformên medya dîjîtal tên belavkirin. Li gorî malpera Israel News Pulse wêneyê kuştina Xamaney ku di nav molazan de xuya dike hatiye parvekirin. Malperê îdia kir ku kesê di wêne de hatiye kuştin Elî Xamaney e.

Îranê li Hewlêr û Dohayê li baregehên DYAyê xist

Şerê Îran û Îsraîlê berdewam dike. Şevê din Îsraîlê li gelek bajaran bi dehan êrişên hewayî li dijî zêdeyî 30 noqteyên cuda pêk anînDi çarçoveya Şerê Îsraîl û Îranê de şevê din li gelek bajaran zêdeyî 30 êrişên hewayî pêk hatin. Îranê jî serê sibê wekî bersiv dayîn baregehên DYAyê yên li Hewlêr, Qeter û Yekîtiya Îmaretên Ereb hedef girtin. Di encama êrişan hind moşekan îsabetê baregehan kir û zirarek cidî ya madî derkete holê. Lê têkildarî ziyana mirovîn agahiyên zelal nehatin bi destxistin. DYAyê hefteyek berî niha baregehên xwe valakiribûn û hişyarî da xebatkarên xwe yên li baregehên li Rojhilata Navîn.

Êrişên Îranê yên bi moşekên balistîk li dijî baregehên DYAyê yên li Rojhilata Navîn didome.