Saziyên Demokratîk li Amedê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” li Parka Ekîn Cerenê ya Peyasê 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Saziyên Demokratîk li Amedê 4ê Nîsanê pîroz kirin

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, di çarçoveya pîrozbahiyên 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Parka Ekîn Cerenê ya navçeya Peyasa Amedê bernameyek li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, hevserokên partiyên siyasî yên Amedê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernameyê bûn. Bername bi stranên Kurdî û gerandina govendê dest pê kir. Beşdarên bernameyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî, Azad dike Rêbertî”,“Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”û “Bê Serok jiyan nabe”  berz kirin. Beşdaran di bernameyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Piştre parlamenter Adalet Kaya axivî.

Adalet Kaya anî ziman ku ew rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û got: “Em careke din dibêjin rojbûna Serok Apo ji bo hemû gelan, jina û cîwana pîroz be. Divê Rêberê Gelê Kurd bigihêje azadiya xwe. Em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelan e.”

Dûre di bin baranê de jina pasteya rengê kesk, sor û zer a ku bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be ey Serok” nivîsandibû birîn. Jinan bi lîrandinê pasta birîn û stran gotin. Komê bê navber dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin û bername bi dawî bû.