Şaredarê Bûrsayê hat binçavkirin

Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey hat binçavkirin. Li mala wî lêgerîn hat kirin û telefona wî hat desteserkirin.

1 deqe xwendin
Şaredarê Bûrsayê hat binçavkirin

Operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî şaredariyên CHPê berdewam dikin. Vê şeveqê polisan bi ser mala Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey ve girt. Li malê lêgerîn hat kirin û piştre Bozbey hat binçavkirin û telefona wî hat desteserkirin. Herwiha hat zanîn di çarçoveya lêpirsînê de der barê hin ferdên ji malbata Bozbey de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku navê keça şaredar Bozbey, Side Bozbey, baldûz û hevjînê wê jî di lêpirsînê de heye.