Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlementerên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pek tê, çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Endamên şandeyê piştî li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîn, ji Giravê vegeriyan
Li bendê ye ku şande derbarê hevdîtinê de daxuyanî bide.


