Şandeya DBP, DEM û HDKê dê beşdarî merasîma Salîh Muslim bibin
Şandeya ku di navde Hevserokên Giştî yên DBP, DEM Partî, Berdevkên HDK û Înîsiyatifa Demokratîk jî hene dê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê biçin Kobanê û beşdarî merasima cenazeyê Salîh Muslîm bibin.

Şandeya ku di navde Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kamaç, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Berpirsiyara dîplomasiyê ya DEM Partî Ebru Gunay, aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji bo beşdarî merasîma cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salîh Muslîm bibin dê biçin Kobanê.


