Saadet Akman jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Saadet Akman ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Saadet Akman ya bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebînê dihat dermankirin. Saadet Akman duh li nexweşxaneya li dihat dermankirin koça dawî kir.
Cenazeyê Saadet Akman piştî rê û resmên olî li Goristana Hacilar a Nisebînê hat veşartin.
Malbatê şînê li Mala Şînê ya Kişlayê danî.


