Erdogan: Em bi hev re destûreke bingehîn

Serokkomar Tayyîp Erdogan di vegera Qazaxistanê de pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê nexşerê, bi nêzikatiyeke çêker û çareseriyê esas digire bikeve meriyetê. Divê her kes bi berpirsyartî tevigere û qonaxa heyî gelek girîng e.”

1 deqe xwendin
Erdogan: Em bi hev re destûreke bingehîn

Serokkomar Tayyîp Erdogan, di vegera serdana Qazaxistanê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, têkidarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Erdogan, ji bo pirsa “dê gavên zagonî beriya Meclis bikeve betlaneyê bên avêtin an na?” got: “Komîsyona me ya Meclisê li ser bingeha lihevkirinê nexşerêyek amade kir. Divê nexşerê, bi nêzikatiyeke çêker û çareseriyê esas digire bikeve meriyetê. Pir girîng e ku her kes bi berpirsyarî tevbigere.” 

Bi domdarî Erdogan anî ziman ku rêxistina îstîxbaratê ji bo lez bidin çekberdanê dixebite û wiha domand: “Rastiyeke wiha heye; yên ji roja ewil ve ji bo serkeftinê dua dikirin, yên hewldanên wan çêbûn hebûn. Li gel vê, yên aciz jî hene. Pêvajo, heta niha tevî zehmetiyên xwezayî jî pêş ket. Em bibiryar in. Em ê keyfa derdorên ‘Tirkiyeya bêteror’ naxwazin neyînin. Em bibiryar in û dê firsendê nedin van. Inyeta me bixêr e. Bi izna xwedê dê aqûbeta me jî bixêr be. Em ê hedefa xwe ya ‘Tirkiyeya bêteror’ tevî astengiyan jî teqez bi ser bixin.” 

Nîqaşên ser destûra bingehîn a nû 

Erdogan, pirsa “Gelo dê nîqaşeke li ser destûra bingehîn a nû hebe yan na” jî wiha bersivand: “Em ê her tim mijara destûra bingehîn a nû di rojevê de bihêlin û soza me daye gelê xwe teqez bicih bînin. Amadekariyên me yên di vê mijarê de temam bûne. Madem em behsa siyaseta sivîl dikin, madem em behsa verastkirinên li gorî pêwîstiyên serdemê dikin, ji bo bicihanîna vê em ê hemû gavên ji bo destûra bingehîn a nû biavêjin. Destûra bingehîn a nû êdî ne luksek lê pêdiviyeke mecbûrî ye. Em vê mijarê ser siyasetê re dibînin û bi zelalî bang li partiyên siyasî dikin. Em dibêjin; werin hemû pêşdaraziyên xwe bidin aliyekî. Em bi hev re destûreke bingehîn a ku tevahiya gel dibêje ‘ev destûra min a bingehîn e’ bi hev re amade bikin.”