Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li nivîskar û wergervanên kurd kir
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ragihand ku ew rengê weşana xwe diguherînin û bang li nivîskar, wergervan û hemû kedkarên kurdî kir ku tevkariyê li vê weşanê bikin.

Rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka ku li Almanyayê tê weşandin û li Ewropayê tê belavkirin, hewl dide weşana xwe ya kurdî xurtir bike.
Bi vê armancê jî bangek li nivîskar, wergervan û her kesên bi kurdî re eleqedar kir.
Bangawaziya rojnameyê bi vî rengî ye:
"Hevalên hêja, nivîskar, wergervan û hemû kesên ku bi kurdî re eleqedar in.
Em wekî Edîtoriya Çand û Hunerî ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka bi kelecaneke mezin radigihînin ku em rengê weşana xwe diguherînin. Heta ji me tê em ji nûçeyên rûtîn dûr dikevin. Em dixwazin rûpelên çand û hunerî bi naverokên çandî, hunerî, wêjeyî, tenduristî, civakî, dîrok, ekoloji, rexneyî geş û xurttir bikin da ku xwendevanên me jî bi kêfxweşî wan bixwînin.
Ji bo vê nûbûnê em bang li we dikin:
Nivîskarên ku dixwazin gotarên taybet, kurteçîrok, helbest, gotinên rexneyî an jî nivîsên wêjeyî bişînin,
Wergervanên ku dixwazin berhemên edebî, çandî û hunerî yên ji zimanên din wergerînin kurdî,
Rexnegirên ku dixwazin pirtûk, fîlm, pêşangeh, konser, şano û bûyerên çandî bi awayekî kûr û profesyonel binirxînin.
Em bi taybetî li nivîsên ku kurdiya wan zindî, xweşik û dewlemend e digerin. Her nivîsek ku hûn bişînin dê alîkariya me bike ku rûpelên me hê xurttir bibin û xwendevanên me jî kêfxweş bibin.
Nivîs, werger û nirxandinên xwe ji kerema xwe re bişînin vê maîlê; kurdi
Em ê hemû nivîsên ku bigihîjin me bi baldarî bixwînin û yên ku li gorî standardên me bin di rojnameyê de bi navê we biweşînin.
Em bi dilgermî li benda nivîsên we yên bi çêjn, afirîner û kurdî-xurt in. Bi hev re em rûpeleke çandî ya ku bi rastî tê xwendin û tê hezkirin ava bikin!
Bi rêzdarî û hezkirinek mezin em ji niha de dibêjin mala we ava.
Edîtoriya Çand û Hunerî/Rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka"

