Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de giran e

Xwişka girtî Huseyîn Ozen Altun Ozen diyar kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de giran e û divê daxwazên wan bê qebûlkirin û bangî raya giştî kir: “Em nehêlin ev kes bimirin.”

1 deqe xwendin
Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de giran e

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê girtiyê bi navê Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglû 268 û Hıseyîn ozen jî ev 248 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza girtiyan sewqa ji girtîgeha “tîpa bîrê” ji bo girtîgehek din e. Piştî rewşa girtiyan giran bû, di 10ê nîsanê de ji bo “çavdêriyê” sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê. 

Xwişka girtî Huseyîn Ozen Altun Ozen ji bo piştevaniyê bangî raya giştî kir. 

Altun Ozen ev tişt got: “Tenê daxwazek birayê min Huseyîn Ozen heye. Ew jî sewqa ji bo girtîgehek însanî û nêzî malbatê be. Niha li girtîgehek ‘tîpa bîrê’ tê ragirtin. Li wir hewş tune, di 23 saetan de di nava odeyê de tên ragirtin. Daxwaza sewqa girtîgeh ku bi havalê xwe re li bimîne û nêzî malbatê be kir. Birayê min û hevalên wî Gurkan Turkoglû û Tahsîn Sagaltici daxwaza sewqê kirin. Divê ev bê çareserkirin. Ev hem ji bo me hem jî ji bo wan îşkence ye.”

Altun Ozen anî ziman ev 10 roj in agahî ji birayê xwe wernagire û wiha pê de çû: “Dayika min 80 salî ye û niha ne bi ser hişê xwe ye. Nizane greva birçîbûnê çi ye. Dema diçe serdana kurê xwe tênagihîje ku kurê wê çima nameşe lê rexmê vê her roj li Enqereyê li ber xwe dide. Dilê we bi vê dayikê jî naşewite? Qet wijdana we tune? Ma ragihandina dengê xwe ji bo Wezareta Dadê ewqas zehmet e?”

Altun Ozen qala rewaşa tenduristiyê ya birayê xwe Ozen kir û wiha pê de çû: “Ev 10 roj in li nexweşxaneyê ne. Li nexweşxaneyê her tim rastî gef û tundiya derûnî tên. Saetê carê tên ji wan dipirsin ‘hûn tedawiyê qebûl nakin’ û tedawiyê li ser wan ferz dikin. Ev pirs jî zextek derûnî ye. Ji ber îxtîmala mudaxeleyê bi şev ranazên. Wezareta Dadê dibêje ‘Takekesî, tenê ji bo xwe têkevin çalakiya birçîbûnê em ê daxwazên we qebûl bikin we sewq bikin. Ev ne çalakiyek takekesî ye. Birayê min tenê ji bo xwe çima têkeve greva birçîbûnê. Em bangî parlamenter, Wezîrê Dadê, hunermend û hemû cemaweriyê dikim; bibin dengên me, bila sewqa wan bê kirin, em nehêlin ev kes bimirin.”

ÇAVKANÎ: MA