Rejîma Îranê Sohel Metaî binçav kir
Rejîma Îranê çalakvana kurd Sohêl Metaî ya xelkê navçeya Dêwane ya Parêzgeha Sine bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan a Cîhanî binçav kir.

Zextên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan didome. Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana kurd Sohêl Metaî diyar kirin ku Çalakvana kurd a Mafê Jinan diparêze ku xelkê navçeya Dêwane ya ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Sohêl Metanî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku tevlî çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye hatiye binçavkirin. Hêjayî bibîr xistinê ye Sohêl Metanî berî niha jî hatibû binçavkirin.


