Karavana Dayikan li Mannheimê bi coş hat pêşwazîkirin

Karavana Dayikan a bi armanca xurtkirina piştevaniya Rojava duh hat destpêkirin, li Mannheîmê bi coş hat pêşwazîkirin.

1 deqe xwendin
Karavana Dayikan li Mannheimê bi coş hat pêşwazîkirin

Brusk Bagok 

Karavana Dayikan, ku ji bo xurtkirina piştgiriya bi Rojava re, li bajarê Mannheîmê bi coş û kelecan hat pêşwazîkirin. Karavana Dayikan li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rakirina ambargoya li ser Kobanê li Almanyayê gerek dest pê kir. Karawana Dayikan li Mannheimê bi beşdarbûna sedan kesan hat pêşwazîkirin.

Endamên karavanê ku ji Heilbronn û Hamburgê ji du aliyên cuda rê ketin, dê di nav hefteyekê de li gelek bajarên Almanyayê bi gel re hevdîtinan pêk bînin û modela civaka demokratîk a bi pêşengiya jinan li Rojava, tecrubeya jiyana hevpar a gelan û girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê rave bikin.

Bernameya li Mannheimê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna wan kesên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe dane dest pê kir. Piştî wê, beşdarên ku li qada çalakiyê civiyabûn gelek caran sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di çalakiyê de jin bi hejmareke mezin beşdar bûn. Kesên beşdar bûn bi cil û bergên neteweyî bal kişandin ser xwe. 

Piştgirî dan Jinan 

Di çalakiya ku li Alte Feuerwache hate lidarxistin de, li ser navê MLPD, NÇM Mannheim û Karavana Dayikan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku modela jiyana demokratîk û wekhev a ku li Rojava bi pêşengiya jinan tê avakirin, ji bo Rojhilata Navîn tecrubeyeke girîng e.

Axaftvanan gotin ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rasterast jiyana gelên herêmê bandor dikin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kirin. Beşdaran xwestin ambargoya Kobanê rakin û xwestin piştgiriya bi gelê herêmê re mezin bikin. 

Peyama berxwedanê 

Di çarçoveya bernameyê de helbesta ku têkoşîna dîrokî ya jinên kurd ji bo azadî û berxwedanê vedibêje hate xwendin. Di helbestê de hate xuyakirin ku jinên kurd bîra dîrokî ya Mezopotamyayê heta îro gihandine û bingeha sereke ya têkoşîna azadiyê ne.

Di qada çalakiyê de wêneyên jinên şoreşger ên kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin. Komê alayên YPG, YPJ, TJK-E û Rojava jî li qada çalakiyê cih girtin. Beşdaran bi pankart û nivîsên xwe peyamên piştgiriyê ji gelê Rojava re dane.

Bername bi govend û stranan bi dawî bû

Di beşa çandî ya çalakiyê de Cano Yildiz û Pervin Rojava bi hevalên xwe re derketin ser dikê. Stranên kurdî û stranên berxwedanê bi gelek hezkirin hatin guhdarîkirin. Li ser stranên ku Pervin Rojava gotin, beşdaran demeke dirêj govend girtin.

Bernameya ku bi muzîk û govendan berdewam kir, di atmosferake bi coş de ku ruhê têkoşîn û hevsolidarî tê de derket pêş de bi dawî bû.

Rêwîtî ji du alîyan ve ber bi Berlînê ve diçe

Aliyê başûrê Karavana Dayikan di 13ê Hezîranê de ji Heilbronnê rê ket. Piştî Mannheimê, karavan dê bi rêya Darmstadt, Kassel, Göttingen, Jena, Leipzig û Neuruppinê derbas bibe û di 20ê Hezîranê de beşdarî bernameya dawî ya li Berlînê bibe.

Aliyê bakur jî ji Hamburgê dest pê kir û rêya Bremen, Celle, Wendland, Rostock û Neuruppinê dişopîne. Her du alî dê di 19ê Hezîranê de li Neuruppinê hev bibin û roja din li Berlînê bernameyek hevbeş pêk bînin.

Dê li Darmstadt bi gel re hevdîtinan bikin 

Piştî civîna li Mannheimê, Karavana Dayikan dê rêwîtiya xwe li eyaleta Hessenê bidomîne. Endamên karavanê dê di 15ê Hezîranê de saet 17:00an li meydana Luisenplatz a navenda bajarê Darmstadtê bi gel re hevdîtinê pêk bînin. Di civîn, semîner û çalakiyên çandî yên ku di dirêjahiya karavanê de tên lidarxistin de, Şoreşa Jinan a Rojava, tecrubeya jiyana hevpar a gelan û mîrasa berxwedana Kobanê dê bêne vegotin. Dayik dê bang li raya giştî ya Ewropayê bikin ku piştgiriyê mezintir bike û li hember pêşveçûnên herêmê hestyar bibe.