Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist
CENTCOMê ragihand ku li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatine xistin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Kendava Hurmuzê dronên aîdê Îranê xistine û diyar kir ku dronên hatine xistin, keştiyên bazirganiyê yên li kendavê hedef digirt.
CENTCOM destnîşan kir ku trafîka li kendavê dewam dike.


