Rejîma Îranê kamp û navendên partiyên Rojhilat bombe kir
Rejîma Îranê di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bombe kir.

Supayê Pasdaran ya rejîma Îranê bi rêya muşekan û balafirên bê mirov êrişî 4 partî û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin saet ji 19:30 heta saet 20:10an bi muşek û balafirên xwekujî êrişî baregeha partiya Komele ya li gundê Zirguêzele ya ser bi navçeya Tanceru ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirine. Hate ragihandin ku di êrişan de kesek birîndar bûye. Ziyanên madî pir zêde hene.
Dîsa balafirên bê mirov û xwekuj êrişî Kampa Zewîye Spî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Îranê hatiye kirin. Rejîmê bi muşekan êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li bajarokê Pirdê jî hatiye kirin. Ev muşek jî negihişte armanca xwe hatiye îmhakirin.
Li bajarokê Sûrdaş balafireke bê mirov ya xwekuj ku arasteyî kampa partiya Komel hatibû kirin li esmanan hate teqandin.


