Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên kurd birî

Sê girtiyên kurd ên bi hinceta tevlî çalakiyên "Jin Jiyan Azadî" yên li rojhilatê Kurdistanê bûn hatin girtin, bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin.

1 deqe xwendin
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên kurd birî

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku sê girtiyên kurd ên li girtîgeha Bokanê ya li rojhilatê Kurdistanê têne ragirtin ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Li gorî vê yekê cezayê darvekirinê li Raûf Şêx Ehmedî, Mûhammed Faracî û Mûhsen Îslamgah hat birîn.

Li gorî vê yekê dadgehê bi sûcdariya "Dijminatiya li Xwedê" (muharebeh) û "Xerakariya li ser rûyê erdê" (efsad-fil-arz) cezayê darvekirinê birî.

Hate ragihandin ku Şêx Ehmedî di 26ê kanûna 2022yan de li Bokanê hat binçavkirin, piştre ew birin navenda îstîxbaratê ya li Ûrmiyeyê û li vê derê bi qasî pênc meh û nîvan agahî jê nehate wergirtin. Hat gotin, Mûhammed Faracî jî 11ê çileya 2023yan demeke kurt piştî binçavkirinê birin heman navendê.

Mûhsen Îslamgah jî ku dema hate binçavkirin 16 salî bû birin yekîneya îstîxbaratê ya li Ûrmiyeyê û 40 rojî agahî jê nehate wergirtin, piştre ew birin Girtîgeha Bokanê.

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin, hersê girtî di binê çavan de bi îşkenceyê û zorê îfadeya wan hatiye wergirtin.