Êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê didomin

Artêşa Îsraîlê tevî lihevkirina di navbera DYE û Îranê de jî sibeha Çarşemê top avêtin hin herêmên li başûrê Lubnanê û êrîşên hewayî pêk anîn.

1 deqe xwendin
Êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê didomin

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku topbarandina li ser derdora Kfartebnit û Nebatiye el-Fevkayê tevahiya rojê berdewam kiriye.

Hate diyarkirin ku qada qada enstutiya mamosteyan a li Nebatiyeyê jî ji êrîşan bandor bûye. Her wiha Îsraîlê top avêtin herêma Cebel Rafih a li girên Aramtayê yên girêdayî navçeya Cezzinê jî.

Roja Sêşemê jî di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Îranê hişyarî da

Îranê bi tundî nerazîbûnên xwe nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê da. Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdarî ya Îranê Hatem el-Enbiya daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ger Îsraîl êrîşên xwe bidomîne ew ê ‘’bersiveke tund’’ bidin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, rêveberiya Tehranê dibêje ku divê lihevkirina li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bidawîkirina şer û pevçûnên li Lubnanê jî di nava xwe de bigire. Rayedarên Îranê diyar kirin ku Îsraîlê ji îlankirina lihevkirinê heya niha gelek caran agibesta li Lubnanê  binpê kiriye.