
Şerê Îsraîl/DYA- Îranê, xetere û derfetên potansiyel
Kurd niha li ser ‘şûrê dudevî’ dimeşin. Ger ew bikaribin rêxiastiniyên xwe yên parçebûyî derbas bikin û stratejiyek dîplomatîk û leşkerî ya hevpar pêşve bibin, sedsala 21an dikare bibe sedsala ku kurd di herêmê de statuya fermî bi dest bixin. Lêbelê, heke ew di berjewendiyên demkurt ên hêzên mezin de tevlihev bibin û di pêşbaziyên navxweyî de asê bimînin, çerxa bê vîn û bê nasname bûnê ya 100 sal berê dikare xwe dubare bike.




















