Platforma Kedê ya Manîsayê: Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin
Li Manîsayê Platforma Ked û Demokrasiyê di çarçoveya amadehiya pîrozbahiya 1ê Gulanê de xebatên xwe didomînin. Nûnerên platformê bi peyama “Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin” welatî vexwendin pîrozbahiyên 1ê Gulanê.

Platforma Ked û Demokrasiyê xebatên xwe yên amadehiyê yên ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê didomînin. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê di çarçoveya pîrozbahiyan de li cihên bazarê yên navçeyên Horozkoy û Karakoyê hatin cem hev, ji bo tevlîbûna pîrozbahiyên 1ê Gulanê banga têkoşîna hevpar kirin û belavok belav kirin.
Endamên platformê di hevdîtinên welatiyan de bal kişandin ser krîza aborî, xizanî û êrişên li dijî mafên karkeran. Herwiha endamên platformê diyar kirin ku ew ê di çarçoveya bernameyê de di 1ê Gulanê saet 12:30 an de li pêşiya Mizgefta Sultan bicivin û piştre ber bi Qada Cumhuriyetê ya Manîsayê ve meş lidarbixin. Hat zanîn ku dê piştî meşê stranan werin strandin û pîrozbahî bên lidarxistin.
Platforma Ked û Aştiyê ya Manîsayê bi peyama “Em ê ji bo mafên xwe û aştiyê li qadan bin” banga tevlîbûnê li hemû jin, ciwan û kedkaran kir.


