PJAK ji bo Kongreya Azadiya Îranê hate vexwendin
PJAK ku ji Kongreya Azadiya Îranê ya li Londonê hatibû derxistin, piştî bertekan careke din ji bo kongreyê hate vexwendin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ji Kongreya Azadiya Îranê ku di 28-29ê Adarê de li Londonê tê lidarxistin hatibû derxistin. Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Revar Avdanan, ragihand ku piştî bertekên careke din li kongreyê hatine vexwendin.
Revar Avdanan, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got: “PJAKê, piştî bi awayekî fermî hatî vexwendin, ji destpêkê ve helwesta Kongreyê erênî pêşwazî kir. Lê piştre bêyî ku daxuyaniyeke zelal were kirin, nav û pozîsyona nûnerî ji bernameyê derxist ku ev jî li dijî rêgezên demokratîk bû. Li ser vê yekê PJAKê, ji hemû derdor û hêzên alîgiriya demokrasiyê dikin pişttiriyeke mezin girt û helwestekî rexneyî raber kir.”
Revar Avdanan, da zanîn ku piştî van rexneyan, hinek endamên Konseya Koordînasyona Kongreyê, piştî nîqaşên kûr pêvajoya guherandina vê rewşê domandin û di encamê de jî rê li ber feraseteke nû vekirin û got: “PJAK dîsa ji bo kongreyê hate vexwendin û nûnerê sereke yê partiyê dê tevlî kongreyê bibe û axaftinekê bike.
Tê payin ku Revar Avdanan, di rûniştina duyemîn a kongreyê de, di panela “Îraneke Ji Cihêkariyê Hatiye Paqijkirin; Tevlibûn û Hêza Hevpar” de axaftinekê bike.


