Pirtûka nû ya Yehya Omerî derket
Pirtûka sêyêmîn a helbestê ya helbestvan Yehya Omerî a bi navê ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ ji Pall Weşanê derçû.

Pirtûka nû ya helbestvan a Yehya Omerî a bi navê ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ piştî navbera 5 salan, ji Weşanên Pall derket. Di pirtûkê de 42 helbestên nivîskar cih digirin.
Berhemên Yehya Omerî yên ku hatine çapkirin ev in:
* Anatomiya Demsalên Zer (2015, Evrensel)
* Nêrgiza li Defterê Bişkivî (2021, Avesta)
* Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha (2026, Pall)
Xwîner dikarin pirtûkê ji malpera weşanxaneya pallwesan.com û pirtûkfiroşan peyda bikin.


