Êzîdxanê li Almanyayê bi coş şahiyek pêk anî
Êzidxanê li bajarê Loehnê yê Almanyayê şahiyeke çand û hunerê pêk anî.

Qesra Schloss Ulenburg a li bajarê Loehne yê Almanyayê ji Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê re malovanî kir. Ev qesra ku bi temenê xwe yê 450 salî mîrate û bîrdariyeke ji dîroka Almanyayê ye, ji rê û resmên, adet û teqalîtên Êzdatiyê re bû war. Ji Bielefeld, Emmerich, Wesel, Hannover, Celle, Bremen, Oldenburg û gelek bajarên din ên Almanyayê Êzidiyan berê xwe dan vî bajarê li eyaleta Nordrhein Westfalen ê Almanyayê. Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê li dijî êriş û zextên qirkirina çandî bi dirûşma "Em parastina bawerî û çanda xwe bilind bikin" bi pêşengiya Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê hate birêxistinkirin.
Bi kombûna girseya gel re bernameya şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Piştre jî bi pêşengiya Şêx Hisên qewl hate gotin û bernameya festîvalê bi qewl û beytan destpê kir.
Di festîvalê de ewilî mafê axaftinê ji Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Elmar Brok ê ji partiya CDU re hate dayin, ku 39 salan di dema wekîltiya xwe de ji bo Êzidiyan kar kir. Elmar Brok işaret bi girîngiya parastina çand û ola xwe ya Êzidiyan a li Elmanyayê kir. Bi navê civaka Êzidî jî xelatek ji Almar Brok re hate dayin.
Di nava mêvan û qisekerên festîvalê de ji partiya CDU Loehne Prof. Dr. Maik Bussing, ji SPD'ê Egon Schewe, Şaredarê Loehneyê Christian Antl ê ji SPD'ê, ji Partiya Keskan Benjamin Rauter û ji Partiya Çep Ulrich Adler amade bûn û peyamên piştiyê dan civaka Êzidî. Ji hemû beşdarên Alman re jî çarika spî weke diyarî hate dayin ku hem nîşaneya aştiyê ye, hem jî di ola Êzdatiyê de xwedî cihekî taybet e.
Ji komîteya amdekar a şahiyê Keleş Koyûn xêr hatina mêvanan kir û ji Meclîsa Gel a Şengalê peyamek hate xwendin.
Peyama meclîsê bi vî rengî ye: "Em bi germî pîrozbahî û silavên xwe pêşkêş dikin bi munasebeta lidarxistina Şahiya Çand û Hunera Êzîdxanê li Almanyayê, û em hêvîdar in ku ev şahî di gihiştina armancên xwe de serkeftî be û xizmeta çand û nasnameya Êzidiyan bike.
Dema ku em li ser çanda Êzidiyan diaxivin, em li ser mîraseke kevnar û dewlemend diaxivin ku bi sedsalan ji dîrokê ve hatiye parastin. Çanda Êzidiyan ne tenê adet û kevneşopî ye, lê di heman demê de mîrasa olî û ruhanî, hunerên gelêrî, amûrên muzîkî yên kevneşopî, edebiyata devkî û govend û merasîmên civakî û olî jî di nav xwe de digire. Ev çand, tevî hemû zehmetî û trajediyên ku di dîrokê de hatine serê gelê me, heta îro xwe parastiye û rastiya xwe ya resen parastiye.
Berpirsiyariya parastina vê mîrasê ne tenê li ser milê nifşekê ye, lê berpirsiyariyek hevpar e, bi taybetî li welatên koçberiyê. Ji ber vê yekê girîngiya vê şahiyê ew e ku balê bikişîne ser pêdiviyên nifşên nû yên Êzidî ku li Ewropayê hatine dinyayê û mezin bûne, û girêdana wan bi ziman, çand û nasnameya xwe re bihêztir bike.
Em hêvîdar in ku şahî balê taybetî bide ser ziman, ji ber ku ziman bingehê nasname û hebûna gelan e. Ziman ne tenê amûrek ji bo ragihandinê ye, lê ew hilmê çand, bîr û dîrokê ye. Bi zimanê xwe em dikarin nirx, zanîn û mîrasa xwe ji nifşekê bo nifşeke din veguhezînin. Ji ber vê yekê piştgirîkirina hînkirina zimanê dayikê ji bo nifşên ciwan gaveke bingehîn e ji bo parastina nasnameya Êzidiyan.
Em ji şahiyê re serketin û bi encam dixwazin, û hêvîdar in ku ji wê derkevin projeyên û çalakiyên bikêrhatî yên ku bibin alîkar ji bo parastin û pêşxistina çanda Êzidiyan û veguheztina wê bo nifşên paşerojê."
Naverok û rojeva hemû qisekeran û peyaman xurtkirina yekîtî û tifaqa Êzidiyan, xwedîderketina li nirx û kevneşopiyan, bi taybetî jî xwedîderketina li Şengalê bû.
Ji komîteya amadekar a şahiyê Kemal Dûyar ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku festîvala wan ji bo parastina çand, ziman û ola xwe ye. Kemal Dûyar her wiha işaret bi girîngiya Şengalê ji bo ol û çanda Êzidiyan kir û destnîşan kir ku xwedîderketina li Şengalê di heman demê de xwedîderketina li xwe ye.
Ji beşdaran Sabriya Savgat jî girîngiya şahî û festîvalên bi vî rengî ya ji bo parastina çanda resen bi bîr xist û işaret bi Navenda Ezdayî ya li bajarê Loehneyê kir. Sabriya Savgat anî ziman ku divê ew Navenda Ezdayî ji bo xwe weke Zanîngeheke Çand û Ola xwe bibînin û ji bo vê jî bi taybetî bang li ciwanan kir.
Li qada şahiyê standa saziya alîkariyê ya Êzidiyan "Roja Sor", standa tîma Amedsporê û standên ji pirtûkan hate danîn. Ji bo zarokan jî cihekî taybet ê lîstikê hate amadekirin ku zarok pê şa bûn.
Destar, Tenûr, Meşk, Sîtil, Xalîçe... Qub, Bedenên Amedê, bîrdariyên li çiyayê Nemrûdê û hwd... Şanogerê navdar Emele jî konê xwe li qada şahiyê veda. Ji çand, urf û adetên kurd, Suryan, Ereb û Ermen bi maketan dîroka Kurdistan û Mezopotamyayê nîşan da. Li binê kon stranbêjan klamên xwe gotin. Konê Emele li şahiyê yek ji wan qadan bû ku gelekî balkişand. Zarok û ciwan ji bo hînbûna çanda xwe, mirovên bi temen jî ji bo bîranîna jiyana xwe ya gundan li binê konê Emele civiyan.
Şahî xwedî bernameyeke dewlemend a hunerê bû. Cewad Merwanî, Narînxan, Yasir Qîranî, George Safar, Diyar Gerîla, Koma Viyan, Koma Govendên Bakur beşdarî coşa şahiyê bûn.
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi stran û govendê di nava kêf û xweşî de derbas bû.


