Pêvajoya Civaka Demokratîk û yekîtiya kurdan

Tevî gavên ku nayên avêtin jî em bi hêvî ne. Em dixwazin ku em ê bi berxwedan û yektiyê bigihîjin serkeftinê. Niha civak li benda derxistina qanûnan e. Lazime kurd jî ji bo mafên şênber hest, fikir îdeolojî, armanc çi dibe bila bibe divê bi aqilane nêzîkê vê pêvajoyê bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

1 deqe xwendin
Pêvajoya Civaka Demokratîk û yekîtiya kurdan

Seher Yildirim

Pêvajo di astek zelal de nameşe û hêjî ji aliyê dewletê ve heta niha tu gavên ber bi çav nehatine avêtin. Muxatap kîne? Devlet Bahçelî bi tena serê xwe derneket û wan daxuyaniyan rave nekir. Êdî pergala serwer riziyaye ku êdî bersivê nade civak û dewletê jî. Gelê kurd ji nêz ve nijadperestiya MHPê baş nas dike. 

Gelo kijan sedemê Devlet Bahçelî kir muxatabê gelê kurd? Sedemê xwe gelek in yek ji neçarî û gihiştina tirsa hundarkirina Tirkiyeyê ye. Ew gihîştin vê astê ku yek jê tirs û talûkeyên dewletên hegemon ya li ser Rojhilata Navîn e ku dixwazin pergalek li gorî berjewendiyên xwe yê hegemon bixin meriyetê û Rojhilata Navîn ji nû ve dizayin bikin. Ya din jî şoreş û berxwedan û rêxistina gelê kurd bixwe ye. Ku loma jî rayedarê dewletê bi birêz Ocalan re ketine nav têkiliyê. Dewlet ji roja ku têkoşîna gelê kurd dest pê kiriye heta niha li ser tunekirina gelê kurd xebatên xwe dimeşînin, hewl didin birêz Ocalan û gelê kurd ji hev dûr bixin. Lê bi saya tekoşîn û rêxistina gelê kurd bi ser neketin û negihîştin armanca xwe.

Piştî hevdîtina dewletê û Abdullah Ocalan PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe fesih kir. Lê tevî vê biryara mezin jî hê dewletê gavên erênî neavêtiye. Dewlet bi vê sekna xwe diyar dike ku armanca wan ne aştî û radestkirina mafan e. Dewlet dixwaze li gor xwe teşe bide kurdan. Di polîtîkaya osmaniyan de dek û dolap naqedin. Bahçelî derdikeve hemberî çapemeniyê û dibêje PKK li hember serokê xwe derdikeve û bi ya wî nake. Ev bixwe şerê taybet e. Dixwazin gelê kurd parçe bikin, jihev bixînin û bi rê ve bibin. Lê kurd ne kurdên sed sal berê ne. 

Devlet Bahçelî dixwaze berjewendiyên dewletê biparêze. Li aliyê din Erdogan pir tirsonek nêzê vê pêvajoyê dibe. Aliyê dewletê ji bo niyeta xwe nîşan bidana dikaribûn di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dikaribûn ji bo kurdî gav bavêtana. 

Îro hem gelê kurd hem jî gelê tirk ji bo aştî û jiyaneke aram amade ne. Lê mixabin, siyasetmedarên ku berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî dixin pêşiya berjewendiyên gelan, hîn jî hewl didin ku gelan wekî amûrekê ji bo dewlemendî û desthilatdariya xwe bi kar bînin. Ew digotin de dibên ‘em hesasiyetên gel li ber çavan digirin’ lê di rastiyê de xwe dixapînin. Kesên ku hesasiyata gel li ber çavan digirin divê hesasiyetên herdû gelan jî bidin ber çavan. Gelê Kurd bi sed salan e ku di bin zilm û binpêkirina mafê xwe de ye, lê dîsa jî bi hêvî û berxwedanê ve girêdayî ye. Ev hesasiyet ne kêmtir e, belkî ji ya her kesî zêdetir e.

Siyasetmedar bixwazin nexwazin jî dê aştiya rastî û mayînde pêk were. Ji ber ku her şer bi dawî dibe: an bi aştiyê yan jî bi cudabûnê. Ti şer heta hetayê nayê domandin. Ya ku di dawiyê de bi ser dikeve, rastiya jiyanê û daxwaza gelan e. Bi milyonan kurd daxwaza ziman û azadiya mafên xwe û azadiya serokê xwe û statuya kurdî dikin. Lê serwer deng nabin xwe bi devkî çi bêjin jî di pratîkê de bi şênberî hê tîştekî ber bi çav tune. 

Loma 15yê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî jî neanîn ber deriyê xwe. Ew vê rastiyê baş dizanin ger civakek zimanê xwe hinda bike ew civak jî dimire lê viya jî dide nîşandan ku gelê kurd dijî û wê her tim jî bijî. Lê vê rastiyê jî baş dizanin ger ku ziman heta nebe zimanê sukê, kolanê, nebe zimanê aboriyê çandê û perwerdeyê ew ziman difetise û ji holê radibe. Vê yekê jî bi zanebûn bi destê serweran tê kirin. Loma jî li tevahî cîhanê di şerê netewan de berî her tiştî dewlet êrişî ziman û çanda wî gelê dikin ku ziman tunebe mafê wî gel tune ku daxwaza tu mafê xwe bike. Zanyar jî dibêjin armanca dewletan ya tunekirina gelên bin dest ji bo têk bibe lazime berê her tiştî ziman, hiqûq û perwerdeyê wan asteng bike û vê yekê jî ji xwe re dike armanca bingehîn. Ziman jiyana miletek e. Baş tê zanîn ku me bi saya şehîdên xwe zimanê xwe zêdetir nas kir. Hebûna zimanê gelê kurd bi saya tekoşîna gelê kurd gihişte vê astê. Lê lazime em zêdetir xwedî li zimanê xwe derbikevin. 

Niha pêvajoya civaka demokratîk di meriyetê de be jî dewlet û deshilatdarî ji bo zimanê kurdî ne xwedî tu polîtîka ne. Naxwazin ziman bikin bin zagona bingehîn. Lê gelo civaka demokratîk wê bi tirkî be? Mafê kurdan li ku ma? Gavek berî gavan lazime dewlet zimanê kurdî bixe bin zagona bingehîn û bike zimanê perwerdeyê ku nêzîkbûna wan a pêvajoyê jî were fêmkirin.

Tevî gavên ku nayên avêtin jî em bi hêvî ne. Em dixwazin ku em ê bi berxwedan û yektiyê bigihîjin serkeftinê. Niha civak li benda derxistina qanûnan e. Lazime kurd jî ji bo mafên şênber hest, fikir îdeolojî, armanc çi dibe bila bibe divê bi aqilane nêzîkê vê pêvajoyê bibin û yekîtiya xwe ava bikin.